Dara Efrînê 400 sal in ber xwe dide
16:15
Adar
1
/ 2014
JINHA
EFRÎN – Li gundê Çeqela yê girêdayî navçeya Şiyê ya herêma Efrînê darerke berûyê ya ku temenê wê bêtirî 400 salî heye. Ev dar wekî dara herî kal li navçeyê tê nas kirin.
Navçeya Şiyê ya Efrînê bi kevnariya xwe tê naskirin. Li gundê Çeqela yê girêdayî vê navçeyê dareke berûyê ku temenê wê bêtirî 400 salî ye, heye. Stûrbûna koka vê darê nêzî metrekê ye û bi bilindbûna 12 metran e.
Tevî ku beriya mehekê hin kesên nenas agir berdabûn koka darê, lê dar ne şewitî. Di rojên havînan de welatiyên herêma Efrînê wekî havîngeh û seryrangeh berê xwe didin vê darê û li bin siya wê rûdinin.
