Li Roboskiyê ji bo mam û biraziyên HPG yî konê sersaxiyê hat vedan

16:36

JINHA


ŞIRNEX- Li Roboskiyê ji bo gerilaya HPG’ê Bêrîtan Encu û gerîlayê HPG’ê di hamandemê de  mamê Bêrîtanê Abdulah Encu konê sersaxiyê hat vedan.


Li Roboskiyê ji bo mam û biraziyên gerilayên HPG’ê bûn û di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane konê sersaxiyê hat vedan. Gerilaya HPG’ê Bêrîtan Encu (Bêrîtan Roboskî) ya ku salek û nîv berî niha di şerekê de jiyana xwe ji dest dabû. Gerilayê HPG’ê û di heman demê de mamê Bêrîtanê Abdulah Encu (Cebar Roboskî) jî di sala 1996’an de di encama şerekê de jiyana xwe ji dest dabû. Konê sersaxiyê ji aliyê rêveberên BDP’a Şirnex û Qilabanê, şaredar û namzetên hevşaredaran û bi hezaran kesî ve hat ziyaret kirin. Di konê sersaxiyê de Jinbira Bêrîtanê Mercan Encu û mamê wê Zekî Encu axivîn.


Dê konê sersaxiyê 3 rojan vekirî bimîne.


  (zt)