Rêxistina jinan a PYD`ê li gundê Keferşîlê civîn lidar xistin

16:43

JINHA


EFRÎN- Rêxistina Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya Roja Jinan a Cîhanê li gundê Keferşîlê yê kantona Efrînê civînek lidar xist.


Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, rêxistina PYD`ê ya Efrînê li gundê Keferşîlê civînek lidar xist. Civîn bi beşdariya bi dehan jinên gund û dayikên aşîtiyê bi deqeyek rêzgirtinê despê kir.


Piştî rêzgirtinê endamên PYD`ê Hêvîn Reşîd û Cîhan Hesen derbarê dîroka Roja Jinan a Cîhaê de axivîn. Di civînê de her wiha destkeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Rola Jinan di nava xebata saziyê sivîl û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) de hatin nirxandin.


Civîn bi silogana Jin, Jiyan Azadî bi dawî bû.