Ciwan li hember qirkirina daran çalakiya rûniştinê dan destpêkirin

17:02

JINHA


AMED - Bi banga Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ji bo şermezarkirina qirkirina daran çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Polîsan jî tevayî rêyên ku diçin Baxçeyên Hevsel girtin. Ciwanan bang li raya giştî kirin û gotin, "Ji bo xwedîderketina li xwezayê divê her kes li vir be."

Di pêşengiya Meclîsa Ciwanan a BDP'ê de bi armanca şermezarkirina qirkirina darên Baxçeyên Hevsel bi tevlîbûna saziyên civaka sivîl piştî li qadê dar hatin çandin û vedana konan ji du milan ve meş pêk hat. Koma yekemîn li ber Beşa Onkolojî ya Zanîngeha Dîcle ber bi Baxçeyên Hevsel ve ketin rê. Koma duyemîn jî ji Semta Fîskaya ber bi qada ku qirkirina daran pêk tê meşiyan. Di meşê de ku pankarta "Ji Hevsel ber bi Gezî Dîcle li ber xwe dide" hat vekirin, piştî meşê gelek ciwanên ku li hev kom bûn li Baxçeyên Hevsel çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Ji danê sibehê ve ku polîsan li qadê tedbîr girtin ciwan bi sirûda, "Çerxa Şoreşê" rêzgirtin pêk anîn. 

'Divê her kes bê vir' 

Piştî rêzgirtinê li ser navê ciwanan Huseyîn Kaya bal kişand ser qirkirina darên Baxçeyên Hevsel û diyar kir ku wê çalakiya wan mayînde be. Hevseroka Rêxistina Amedê ya BDP'ê ,Zubeyde Zumrut jî çalakiya ciwanan silav kir û got, "Biryara ciwanan biryareke rast e û însanî ye. Divê tevayî gel bê vir û em li xwezaya xwe xwedî derkevin." 
Li vir qirkirinek heye 
Paşê Namzetê Hevserokê Şaredariya Sûrê Seyît Narîn wiha axivî: "Geliyê Dîcle yê gel e. Erda Zanîngeha Dîcle niha hatiye dagirkirin. Ev tiştên tên kirin qirkirin e." 

Piştî axaftinan ku hîn jî ciwan li qadê rawestiyane, polîs li tevayî rêyan bi cih bûne.