Li Hatayê şoreşa Rojava hat silavkirin
10:24
JINHA
HATAY – Li Bajaroka Serînyolê ya Antakya yê ciwanan bi armanca silavkirina şoreşa Rojava şahiyek li darxistin. Di dema axaftinan de komê bi beran êrîşî wan kirin. Namzeta Hevşaredara HDP’ê ya Antakya yê Esra di şahiyê de bertekên tund nîşanda û got: “Heta niha êrîşên mîna van nekarîne me bidin rawestandin. Ji niha û pêde jî dê nikarin me bidin rawestandin.”
Li Bajaroka Serînyolê ya Antakya yê ciwanan bi armanca silavkirina şoreşa Rojava şahiyek li darxistin. Namzetê Hevşaredarê HDP’ê yê Bajarê Mezin Parêzer Yusuf Ofkelî, Namzetên Hevşaredarên Antakya yê Esra Karabulut û Yusuf Bilgili û gelek kes beşdarî şahiyê bûn. Bi navê ciwanan daxwiyaniyek hat xwendin. Daxwiyanî wihaye: “Em li bakur hişmeniya dewletê ya deshilatdar dijîn li Rojava jî şoreşê şaxên xwe avêtiye weke çinarek bedew fireh bûye. Jinên ku bi salane li çiyan tekoşînê dikin di nava şoreşa Rojava de jî rolê pêşengiyê digirin. Cihê ku di dîrokê de wenda kirine ji nû de qazanc dikin.”
Di dema axaftinan de provakasyon
Di dema axaftina Namzetê Hevşaredarê HDP’ê yê Bajarê Mezin Parêzer Yusuf Ofkelî û Namzeta Hevşaredara Antakya yê Esra Karabulut de ji derveyî salona ku şahî têde bû dengê beran û qerebalix dihat. Girseya ku di hindir debû bi wî dengî derketin ji derve lê êrîşkar nedîtin. Esra axaftina xwe berdewam kir û got: “Heta niha êrîşên mîna van nekarîne me bidin rawestandin. Ji niha û pêde jî dê nikarin me bidin rawestandin. Li hemberî vê hişmendiya ku rengên tu gelan na nasin emê têbikoşin.”
Koma Nefel derketin dikê sitiran gotin û li ber dengên sitiranan govend hat gerandin.
(zt)

