PAJK: Qadên 8'ê Adarê dê veguherin qadên çareseriya demokratîk

10:46

JINHA


BEHDÎNAN - Koordînasyona PAJK'ê da xuyakirin ku divê di çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de daxwaza "ji bo çareseriya demokratîk muzakere hema niha" bilind bibe. Di daxuyaniya Koordînasyonê de hat gotin, "qezençkirina hilbijartinên herêmê, ku referandûma çareseriya demokratîk û aştiyê ye, dê bi pêşengiya jinan pêk were."


Di daxuyaniya ku bi gotina "Em, jinên li çar aliyên cîhanê têkoşîna azadiyê dimeşînin, hemû rêhevalên xwe yên jin ên şervanên azadiyê û bi taybetî jî gerîlayên jin ên FARC û Gabrîella, jinên li Rojava li refên YPJ'ê şer dikin, bi dilsoziya xwe ya azadiyê silav dikin, 8 Adarê ku bi biryardariya qezençkirina jiyana azad bi têkoşînê re îfadeya berxwedanê ye, pîroz dikin" destpê kir de, îdîaya avakirina jiyana azad a bi jinê re hat dûbarekirin.


Di daxuyaniya Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) de  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat silavkirin û hat destnîşankirin ku ewê bi pêwistiyên rêhevaltiyê re dilsoz bimînin.


Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Sîstema serdestiya mêr a 5 hezar salan, tevî hemû berevajîkirin, zext, şer, dstavêtin, derew û maskeya xwe jî, bi hemû aliyên xwe derketiye holê. Di roja me ya îro de sîstema serdest krîz, kaos û hilweşîna herî kûr dijî. Berxwedanên rêxistinbûyînên demokratîk ên komunal ku di tevahiya dîroka mirovahiyê de qet ji holê ranebûn û teslîmî sîstemê nebû, di sedsala me de jî têkoşîna xwe ya dijwar dimeşînin. Têkoşîna jinan, ku barhilgirên nirxên demokratîk ên komunal û hêza bingehîn a guhertinê ne, dê di demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêkan de diyarker bin. Êrîşên sîstema nêrza yên li hemberî jinê di kîşan astê de bi kîjan şêweyê bin jî, têkoşîna azadiya jinê ya xwe gihandiye asta tevgereke civakî, ji bo derketina ji kaosê, çareserkirina krîzê alternatîfa herî xurt e.


Meşaleya abîdeyên me Rosa û Sarayan, dê ti carî venemirin. Têkoşîna Rosa û Sarayan, ku di reş tarîtiya sîstema nêrza de bûn ronahî û rêya rizgariyê nîşan dan û di vê rê de bi hovane hatin qetilkirin, îro li Rojhilata Navîn veguheriye serhildana jinê. Serhildana çîna destpêkê ya hatiye binpêkirin jinê, ji bo hemû derdor, civak û gelên bindest qîrîna azadiyê ya mirovahiyê ye, eşqa jiyana azad a qet neqede ye.


Têkoşîna jinên Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî, Tirkmen, Fars, Afgan û hwd. hêvî û heyecanên ji bo guhertina demokratîk û azadiyê, ji bo ji nû ve avakirina civakê, mezin dike. Tevgerên jinan ên li Kurdistan, Tirkiye, Misir, Sûriye û welatên din ên Rojhilata Navîn deng vedidin, weke hêza pêşeng a guhertina civakî xwedî rol in. Mînaka herî berçav a vê yekê em li Rojava û Bakurê Kurdistanê dijîn. Li Rojavayê Kurdistanê, ku di bin navê Îslamê de hovîtiya mêr êrîşî jin, zarok û gel dike, şervanên jinên YPJ'yî yên weke hêza parastina cewherî wezîfeyê dikin û têkoşîna jinên di avakirina sîstema xweser de di asta pêşengiyê de cih digirin, ji niha ve ji bo Rojhilata Navîn çavkaniya îlhamê ne. Têkoşîna jinên Sûriyeyî ya bi pêşengiya jinên Kurd bi pêş ve diçe, bi qasî ku rê li ber şoreşa jinê vedike, di warê garantîbûna şoreşa demokratîk a Sûriyeyê de jî bi gavên ji xwe bawer bi pêş ve diçe. Dîrok wê êdî bi rêxistinbûyîna hiyerarşîk a desthilatdarparêz û dewletên statukoparêz ên koledar û despotîk, diyar nebe.


Sala 2014'an a têkoşînê, ku wê bi 8'ê Adarê bileze, wê bibe saleke ku em îdîaya xwe sedsalê bikin sedsala jinê, di asta herî bilind de di pratîkê de nîşan bidin. Li ser vê bingehê kampanya azadî ji Rêber Apo re ku li qada navneteweyî, herêmî û Kurdistanê tê meşandin, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Li dijî komploya di kesayetiya Rêber Apo de li hemberî jin û gelê Kurd hat kirin, li dijî stratejiyên mêtînger û projeyên siyasî yên bi serdestiyê, ku xwedî ti çareseriyan ji bo gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn nîne, emê projeya xwe ya azaiya demokratîk bicih bînin. Li ser vê bingehê em 8'ê Adara sala têkoşînê ya 2014'an bi biryardariya ku civîna li derdora Rêber Apo bikin sala "Azadiya Rêbertiyê xwe" pêşwazî dikin.


Di serî de jinên Kurd em bang li hemû jinan dikin ku bi perspekîfa 'bi jina azad re ber bi neteweya demokratîk" bi hêzeke mezin xwedî li kampanyayê derkevin û bi ruhê 8'ê Adarê qadên têkoşînê zêde bikin.


Bi têgihitişa 'jina hatiye perwerdekirin, zane bûye, xwedî vîn û hêza cehwerî ye' em bang li hemû jinan dikin ku bi hêza rasteqîn re bi îdeolojiya rizgariya jinê re xwe biçek bikin, bi tespîta 'Jina rêxistinbûyî, civaka rêxistinbûyî ye' bi awayekî çalak beşdarî têkoşîn û jiyana civakî bibin, bi rastiya 'Jina ji rehma mêr re hatiye hiştin neçare winda bike' li dijî dijwarî, hovîtî û kuştina jinan ên civaka zayendîparêz, mêr û dewletê, li qadên parastina cewherî tedbîrên herî lezgîn bigirin.


Li dijî siyaseta neçareseriyê ya hikûmeta AKP'ê, ku tevî hemû hewldan û gavên erênî yên çareseriyê yên Rêbertiya me û tevgera me jî ev saleke ti gav neavêtiye, dê qadên 8'ê Adarê veguherin qadên çareseriya demokratîk. Em bang li hemû jinan dikin, ku di çalakiyên 8'ê Adarê de bi dirûşma 'ji bo çareseriya demokratîk muzakere hema niha' qadên siyaseta demokratîk zêde û dewamî bikin û giraniyê bidin xebatên hilbijartinên herêmî yên 30'ê Adarê. Qezençkirina hilbijartinên herêmî, ku referandûma çareseriya demokratîk û aştiyê ye, dê bi pêşengiya jinê pêk were."