Li Efrînê 15`mîn dewreya perwerdeya jinan bi dawî bû

10:55

JINHA


EFRÎN  –Akademiya Star a Ramanê Li bajarê Efrînê 15`emîn dewreya  perwerdeyê ya bi navê "Şehîd Jînda", bi dawî kir.


Li bajarê Efrînê Akademiya Star a Ramanê 15`mîn dewreya  perwerdeyê ya bi navê "Şehkîd Jînda" dabû destpê kirin, bi merasîmekê bi dawî kir. 20 jinên endamên Komîte û Meclisên Yekîtiya Star ku beşdarî perwerdeyê bibûn derbarê girîngiya perwerdeyê, dîroka jinê, netewa demokratîk û derbarê têkoşîn û xebatên jina Kurd bi Yabet derbarê xebatên Yekîtniya Star de hatin perwedekirin.


Dewre piştî 25 rojan bi merasîmekê bi dawî bû. Di merasîmê de endama rêvebiriya Yeîtiya Star Çîçek Dawid derbarê girîngiya perwerdeyê de axivî û da zanîn ku pêwîsrte jin bibin xwedî kesayeta serbixwe da ku karibe têkoşîna xwe ya azadiyê pêk bîne.


Dawid di dawiya axaftina xwe de da zanîn ew wek Yekîtiya Star piştgiriya kampaniyaya Yekîtiy Jinên Azad (YJA) ku bi silogana " Bi Jina Azad ber bi netewa Demoikratîk ve." Daye destpê kirin Dikin.


Merasîm bi siloganên dilsoziya bi ocalan re bi dawî bû.