8’ê Adarê li Gapê hat pîroz kirin
11:30
JINHA
ÊLIH - DOKH’ê li taxa Gapê bi minesebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar bi coşeke mezin şahiyek lidarxistin. Di şahiyê de namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Êlihê Gulistan Akel diyar kir ku civaka kurd bi têkoşina jinên kurd heya îro hatiye û dê bi têkoşina jinên azad civaka kurd azad bibe.
Li Êlihê dibin pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH)’ê de bi minesebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê pîroz bikin li lokala hilbijartina BDP’ê ya taxa Gapê bi coşeke mezin şahiyek hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Êlihê Gulistan Akel, Sabrî Ozdemîr, Meclîsa Dayikên Aşîtiyê ya Êlihê, Meclîsa Ciwanên BDP’ê ya Êlihê, Meclîsa Jinên BDP’ê ya Êlihê û bi dahan kes peşdarî bûn. Li cihê ku şahî lê hat lidarxiskin wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên PKK’ê û rengê kesk, sor, zer hatibûn dalikandin. Kesên ku beşdarî şahiyê bubûn li gel muzikê dilan û goven hat girtin û bê nevber diruşmeyên”Bijî Serok Apo”,”Jin jiyan Azadî”,”Kesê ku jin azad kiriye hazar silav” hat berzkirin. Ji bo kesên ku jiyana xwe di şerên berxwedanê de jidestbûn bi deqeyek rêzgirtin hat kirin û namzetên Hevşaredarên BDP’ê ya Êlihê Gulistan Akel, Sabrî Ozdemîr mafê axaftinê girtin.
namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Êlihê Gulistan Akel diyar kir ku bisalan e jin tên tune kirin û maruzî tundiya zihniyeta pergalê re rû bi rû mane lê ji îro û pê de dê jin xabatên xwe tenê ji bo azadiya jinan bimeşinin û wiha got: “Jin û dayikên kurdan ev hezar salalin dibin polîtîkayên qirêj de tên perçiqandin. Ji niha û pêde dê jin ji bo azadiya xwe têbikoşin.” Namzetên Hevşaredarê BDP’ê yê Êlihê Sabrî Ozdemîr jî bi lêv kir ku 8’ê Adara 2014 dê bibe senbola azadiya jinê û wiha domand:” Dayikên kurdan ji bo azadiya gelê kurd bi salan e li qadan ji bo aşîtiyê têdikoşin ji niha û pêde bi rengên xwe dê bibin rengê azadiyê”.
Piştî axaftinan şahî bidawîbû.
