Li Sydneyê tekoşîna jina Kurd hat danasîn
11:40
JINHA
SYDNEY - Li bajarê Sydney yê Avustralya, “konferansa jina ji gûhertinê re pêşeng” hat li darxistin. Jinên Kurdistanî jî tevlî konferensê bûn, tekoşîna azadiya Kurdistanê dan nasîn.
Duh li bajarê Sydney Avustralyayê rêxistina mafe mirovan, “konferansa jina ji gûhertinê re pêşneg” li darxist. Jinên Kurdistanî jî tevlî konferansê bûn, tekoşîna jina Kurd danasîn.
Di serî de ji welatên Afrîqa, Burma, Çîn, Hindîstan, Pakîstan, Afganistan, Somalî,Fijî, Endonezya û gelê Tamil, ji gelek gelan jinên rêveber tevlî bûn.
Konferansê ku nûnera saziya jinên gelek saziyên jinan û Rêxistina Af a Avustralyayê tevlî bûn, parlementerên Partiya Karkeran Julie Owens û parlementerên Partiya Keskan tevlî bûn.
Di konferansê de zûlim û îşkenceya li ser jinê tê meşandin, li gel neheqî û binpê kirina mafan, li welatên şer lêne jin çewan tê bi karanîn, li ser gûhertinê vê hate axaftin.
Jinên Kurd di panela konferansê de axiftin kirin. Axaftvanan da diyar kirin ku tekoşîna azadî û aştiyê a jinên Kurd dikare ji bo gelên din bibe mînak û îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinê jî vegotin.
Dayikên Şemiyê ji rêveberên partî û Rêxistina Af’ê xwestin ji bo cinayeta Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên ku li Parîsê hatin qetil kirin were zelal kirin, piştgirî bidin tekoşîna ku li mafê mirovan a Avustralyayê tê meşandin.
