Li Hezex û Qilabanê pîrozbahiyên 8’ê Adarê
12:24
JINHA
ŞIRNEX – Li Hezexê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê meşek meşaleyî hat li derxistin. Li Qilabanê jî starta çalakiyên 8’ê Adarê hat dayîn.
Li Navçeya Hezexê ya Şirnexê dibin pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê de bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê meşek bi meşale hat li darxistin. Di nav de Hevserokên BDP’ê yên Navçeya Hezexê, Cîgirê Şaredarê Hezexê Selahatin Acar, Namzetên Hevşaredarên BDP’ê Nevîn Oyman Girasun û Mehdî Aslan, endamên Mecilisa Dayîkên Aştiyê jî hebûn bi hezaran jin tevlîbûn. Jin li Parqa Aşitiyê ya li taxa Turgut Ozal kombûn û govend gerandin. Jinan piştî govendê wêneyên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan, 3 jinên siyasetmendarên kurd yên ku li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li gel wêneyên endamên PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û alayên YJA-STAR hildabûn. Jinan li ser kolana Edîle Neşît dest bi meşê kirin.
Jinên ku meşale girtine durişmên weke “Jin Jiyan Azadî” û Bijî berxwedana YPJ” bilind dikirin. Bi cli û bergên jinan yên netewî û her wiha bi lîlandinên xwe meş weke şahiyê berdewam dikirin. Jin heta ber derê avahiya Şaredariya Hezexê meşiyan û li wê bi çepik û lîlandinan çalakiya xwe bidawî kirin.
Qilaban
Li Navçeya Qulabanê jî starta çalakiyên 8’ê Adarê hat dayîn. Li jinan qurnefil hatin belav kirin û dê li gundê Elemune yê girêdayî Qilabanê çalakiya bi boneya 8’ê Adarê îro despêbike. Di çalakiyê de Şaredarê Qilabanê Mesut Peksoy, Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Qilabanê Zeyneb Uren û Yunis Urek, Serokê Meclisa Navendê Erşad Ediş û endamên meclisê, Hevseroka Navenda BDP’a Qilabanê Feyruz İlbin û li gel wan jî ji gundên girêdayî aliyê Qeşuran gelek kes amadebûn.
Piştî deqeyek rêzagirtinê li jinan qurnefil hat belavkirin. Piştî belavkirina qurnefilan Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Qilabanê Zayneb Uren Roja Jinên Cîhanê pîrozkir û got: “Bi şaîra jinên azad emê bibin şopdarê hevalên xwe yên weke Zîlan, Bêrîtan û Sakîneyan. Em dixwazin carekedinê li vê derê bidin bihîstin ku emê li hemberî hişmendiya ku dixwazin jinan bikin kole tekoşîna xwe ya jinan berdewam bikin.”
Piştî axaftinan li ber sitiranên Koma Gel ya mizûkê govend hat gerandin.
(zt)

