Li Edeneyê Buroya jinên HDP’ê vebû
14:17
JINHA
EDENE – Bi armanca hilbijartinên herêmi yên 30’ê Adarê HDP’ê li Edendyê lez dan xebatên xwe. Bi heman armancê li Edeneyê Buro ya Jinan hat vekirin.
Bi armanca hilbijartinên herêmi yên 30’ê Adarê HDP’ê li Edendyê lez dan xebatên xwe. Li taxa Şakirpaşa Ova ya Edeneyê Buroya Hilbijartinan ya Jinan hat vekirin. Di vebûna buroyê de Namzeta Hevşaredara Navçeya Seyhanê Melîha Varişli, rêveberên Navenda BDP’ê ya Edenyê û bi hezaran jin amade bûn. Beriya vebûna buroyê jinan govend gerandin. Jinan dem dem durişmên weke “Jinî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin bilind kirin. Beriya axaftinan bi deqeyek rêzgirtinê hat despêkirin. Namzeta Hevşaredara Navçeya Seyhanê Melîha Varişli axivî. Melîha diyar kir ku bi tekoşîna jinên şoreşger em gihiştine vê astê. Melîha da zanîn ku dê piştevaniyê bidin qampanye ya îmzayan ya ku ji bo Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan hatî despêkirin.
Melîha got: “Heta Ocalan azad nebe ev gel azad nabe. Ev teloşîn bi jin û ciwanan despêkiriye. Me bi ciwanan despêkir û emê bi ciwanan berdewam bikin. Ber bi hezaran gundên me şewitandin û wêran kirin. Serok Apo gelê kurd şiyar kir û emê Serokê xwe azad bikin.” Melîha di dawiyê de bibîrxist ku şoreşa Rojava şoreşa jinane.
Piştî axaftinan bûro hat vekirin.
(zt)

