Li Agiriyê mitînga 8’ê Adarê despêkir

14:56

JINHA


AGİRÎ – Bi armanca pîrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê Li Agiriyê bi hezaran jin kom bûn. Jin dibêjin “Em bi Sakîneyan welidîn, bi Bêrîtanan mezinbûn û emê bi Zîlanan azadbibin.”


Di bin pêşengiya Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) ê de bi armanca pêrozkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê li Agiriyê jin herikîn cihê mitîngê. Mitînga jinên Agiriyê li Otogara vekirî ya Agiriyê hatiye amade kirin û jin jî dadikevin qada mitîngê. Wekîla Koma BDP’ê û di hema demê de Parlementera BDP’ê ya Agiriyê Pervîn Buldan, Parlementera Qersê Mulkiye Bîrtane, Hamzeta Hevşaredara Agiriyê Mukedes Kubilay, namzetên hevşaredarên navçeyan û bi hezaran jin tevlî mitîngê bûn.


Li qada mitîngê wêneyek mezin yê Sakîne Cansiz hatiye hildan


Bi hezaran jinan bi kincên xwe yên netewî rengên kesk, sor û zer qada mitîngê xemilandine. Di mitîngê de dovîzên weke “Hemû şideta li dijî jinan sucên şerin”, “Em bi Sakîneya welidîn, bi Bêrîtanan mezin bûn û emê bi Zîlanan azad bibin”, “Jin jiyan azadî”, “Roboskî dilê jinan bi xwîn kiriye”, “Em dewleta tecawîzkar naxwazin” û ”Jina azad Serokatiya azad” hatin hildan. Li qada mitîngê di derî de wêneyê Pêşenga PKK’ê û di hema demê de li Parîsê hatî qetilkirin Sakîne Cansiz, û wêneyên pêşengên tevgera jinan hatin hildan. Ji qada mitîngê dengê durşimên  weke “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” bilind dibe.


Mitîngê bi deqeyek rêzgirtinê despêkir û niha bi axaftinan berdewam dike.


(zt)