DOKH dê li qadan azadiyê biqirin
11:27
JINHA
AMED – Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH) bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê dê 25’ê Mijdarê li Amedê meşek li dar bixe. Koordînatora EPÎ – DEM’ê ya Amedê Neslîhan Başak bal kişand ser meşê û da zanîn ku jinên amedî dê roja yekşemê bicivîn azadiyê biqirîn, li dijî qetilkirina jinê dê li qadan bin.
Di sala 1999’an de bi biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) 25’ê Mijdarê wekî roja ‘Ji bo Rakirina Şîdeta li Hemberî Jinê Roja Têkoşîna Navneteweyî’ hat qebûlkirin. Li cîhanê ev roj bi bername û çalakiyên cuda tê pêşwazîkirin. Li herêmê û bajarên Tirkiyeyê jî rêxistinên jinan bi meş û çalakiyên cuda bal dikişînin ser rojê. Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li hemberî Jinê li herêmê bi pêşengiya DOKH’ê çalakî û bernameyên cuda tên lidarxistin.
Li dijî zîhniyeta serdest têdikoşin
Koordînatora EPÎ-DEM’ê Neslîhan Başak, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna DOKH’ê ya di qada siyasî û civakî û diyar kir ku wekî her car îsa jî bi pêşengiya DOKH’ê bi çalakiyên cuda 25’ê Mijdarê tê pêşwazîkirin. Neslîhan, diyar kir ku jin ne tenê li hemberî şîdetê li hemberî zîhniyeta serdest û berhemên zîhniyetê têdikoşe. Neslîhan, got ku têkoşîna azadiya jina kurd her ku diçe bilindtir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên amedî dê 25’ê Mijdarê saet 13.00’an de li ber deriyê Rihayê heta ber deriyê Çiyê bimeşin. Jinên amedî de li dijî qirkirina jinê û tecrîdê biqirîn. Têkoşîna jinê ne tenê li ser şîdeta li hemberî jinê ye, têkoşîn li hemberî zîhniyeta serdest tê kirin. Şîdeta dewletê ya li hemberî jinên kurd bi taybet tê meşandin. Dewlet her tim rêbazên cûda bikartîne. Herî dawiyê li girtîgehan li hemberî jinan şîdeta bi tund pêk hat û ev şîdet hêj jî didome.”
‘Ji qirkirina jinê re na!’
Neslîhan, got ku bi pêşengiya DOKH’ê jinên amedî 25’ê Mijdarê li qadan dê bibejîn ‘Ji qirkirina jinê re na’ û ‘bila tecrîd bi dawî bibe’. Neslîhan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin dê îsal li qadan azadiyê biqirîn û li dijî qirkirina jinê bibin yek. Têkoşîna demokratîk a jinan dê heya serkeftinê bidome. Em carek din jî bang li hemû jinan dikin bila dakevin qadan.”
(gk/la)

