Li Erxeniyê starta qampanye ya ‘ji Ocalan re Azadî’hat dayîn

15:33

 


JINHA


AMED – Di bin pêşengiya Meclisa Ciwanên BDP’ê ya Navçeya Erxeniyê de bi boneya starta qampanye ya îmzayan ya ‘Ji Ocalan re Azadî’ meşek hat li darxistin.


Li Navçeya Erxeni ya Amedê bi şîara “Îmzaya me ji bo nasnameya me nasnameya me jî Serokatiya meye.” qampanye ya îzmayan hat despêkirin. Li buroya BDP’ê ya li taxa İstasyonê welatî kombûn û hetya ber avahiya kevin ya hikumeta Erxeniyê meşiyan. Di meşê de panqartên weke “Me cihan despêkir, emê ciwan serbikevin” û “Îmzaya me ji bo nasnameya me nasnameya me jî Serokatiya meye.” hatin hildan. Her wiha alayên DOKH’ê kesk , sor û zer li gel wêneyên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan hatin hildan. Di meşê de durşimên weke “Selam selam İmraliye hezar selam”, “Bijî Serok Apo” û “PKK gele gel jî li vire” hatin qêrîn.


Di maşê de astengiyên polîsan


Dema ku girseya gel li ber Miduryeta polîsan ya Erxeniyê sekinîn rastî astengiya polîsan hatin. Dema ku li gel wan axiftin û encamek nehat girtin girseyê dest bi çalekiya runiştinê krin û rê ji tirafîqê re girtin. Li heman cihî daxwiyanî hat dayîna çapemeniyê. Li ser navê girseyê ji aliyê Serokê Navçeya Erxeniyê Cavidan Yaman ve hat dayîn. Cavidan wiha got: “Çawa ku şer di ava her dua liyan de hat despê kirin bi heman awayî ji bo aştiyek mayînde jî divê di nava her dua liyan de bê kirin. Li gel hemû zoriyan jî Serokê gelê kurd û tevgera gelê kurd bi fedekariyek mezin pêvajo dan despêkirin.” Cevidan diyar kir ku hun nikarin heskirina gelê kurd ya li hember Serokê wan asteng bikin. Cavidan da zanîn ku ew helwesta Waliyetê ya li hember qampanye ya îmzayan şermezar dikin.


Piştî daxwiyaniyê girseya gel ber bi buro ya ku li taxa İstasyonê tê vekirin ve meşiyan. Di heman buroyê de dest bi qampanye ya îmzayan kirin. Di nava nîv saetê de hezar û 500 îmza girtin. Li hemberî standê eleqeyek pir mezin heye.


(zt)