Şeyda jina yekem nîne ku li Urmiye yê tê qetilkirin

16:00

JINHA


URMİYE –  Xwendekara bi navê Şeyda Hatemi ya ku li zanîngeha Nazlu yê dixwend û di heman demê de li daxiliyê dima di odeya xwe ya daxiliyê de mirî hat dîtin. Di necama otopsiyê de sedemên mirina Şeydayê hat zanîn. Li gorî tê zanîn Şeyda xwendekara yekem nîne li zanîngehê tê qetilkirin. 


Hat zanîn ku Şeyda Hatemi ya ku ji gundê Nowê yê Herêma Mêrgerwer ya ku li ser sînorê Urmiyê ye. Şeyda xwendekara zanîngihêye û li zanîngiha Nazlu yê dixwîne. Şeyda di yekê Adarê de di odeya xwe ya daxiliyê de mirî hat dîtin. Ji bo otopsiyê cenazeyê Şeyda rakirin Saziya  Tipa Edli ya Urmiyê. Di emcama lêkolînê de hat zanîn ku Şeyda jiçawa hatiye qetilkirin. Lê di aliyê mirina Şeyda û ji aliyê kê ve cînayet hatiye kirin hêj  nehatiye zanîn.


Hat zanîn ku Şeyda ne xwendekara yekê ye li zanîngehê tê qetilkirin. Sed. Li gorî agahiyên ku hatin zanîn her sal li İranê hêjmarek mezin xwendekarên jin tên qetil kirin.


(zt)