Jinên Girêsîra 8’ê Adarê pîroz kirin

16:52

JINHA


 


ÊLIH –Dibin pêşengiya DOKH’ê de  li bajaroka Girêsîran   bi diruşmeya “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve”  8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîroz kirin.


Di bin pêşengiiya Tevgera Jina Azad û Demokrat (DOKH)ê de li bajokar Girêsîran a girêdayî  Êlihê bi diruşmeya “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkerên Cîhanê hat pîroz kirin.Di heman demê de cara yekê ye li vê bajarokê cara yekê ye 8’ê Adarê tê pîroz kirin. Pîrozbahî li ber lokala hilbijartina BDP’ê ya Girêsîran bi tevlîbuna namzetên Hevşaredarên rêxistina BDP’ê ya  navenda Êlihê Gulistan Akel û Hevşaredarên  navç, bajarokan, Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Êlihê û bi sadan jin tevlî bûn. Di cihê pîrozbahiyê de pankartên weke “Em bi Bêritanan re welidîn bi Zilanan mezinbûn û emê bi Sakineyan azad bibin” û ”Cihaneke bê tundî em di raperinê dene” hatin hildan û dovizên weke”Destê xwe nede vina min” û ”Destê xwe ji bedena min Hilde” hatin hildan. Di pîrozbahiyê de bê navber diruşmeyên”Jin jiyan azadî”,” Bê Serok jiyan na be” û ”Biji Sarok Apo” hat berzkirin. Jinên ku beşdarî şahiyê bûn bi kincên xwe yên netewî qada şahiyê xemilandibûn.  Pîrozbahî ji bo kesên ku di şoreşê de jiyan xwe ji dest dabû bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. 


Dê jin ji bo azadiya xwe li qadan bin


Namzeta Hevşaredara rêxistina BDP’ê ya Êlihê Gulistan Akel û namzeta Hevşaredara rêxistina BDP’ê ya Giresîran Gulistan Erdinç derketin ser dikê û axaivîn. Di serî de Aktîfista DOKH’ê ya Êlihê Eylem Aytaç namaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji jinên beşdarî şahiyê bîbûn re xwend û piştre namzeta Hevşaredara rêxistina BDP’ê ya Giresîran Gulistan Erdinç girse silav kir û diyar kir ku jinê kurd ji dirokê heya niha dibin zext û zordariyan de jiyana xwe meşandinê lê ji îro û pêde dê jinê kurd ji bo azadiya xwe li qadan têkoşin bikin.


 


Pergala heyî ji azadiya jinan ditirse


 
Namzeta Hevşaredara rêxistina BDP’ê ya Êlihê Gulistan Akel jî axaftinek kin kir. Gulistan da zanîn ku pergala heyî ji hêza jinan detirse ji ber wê yekê dewletên deshilatdar jinê di nava civakê de wek kole dide nîşandan û wiha got:” dewletên desthilatdar baş dizane ku dema jin azadbe dê civak jî azad be lê pergal destûr nade azadiya jinê û jin di nava  mal de difetisine bi zihniyeta tune li ser jinê dide meşandin.  


Pistî axaftinan li jinûn ku beşdarî şahiyê bûne  qurnefilan hatin belav kirin. Zaroka bi navê  Leyla Sarigol helbeta ku ji bo her 3 jinê şoreşger Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez nivisîbû xwen û li gel koma muzikê ya Rosîda û hunermendê NÇM’ê Meral Tekçî bernamaya şahiya 8’ê Adarê bi coş domandin .