Li Qoserê êrîşî BDP’ê kirin
17:07
JINHA
MÊRDÎN – Girseya bi boneya protesto kirina êrîşa bomberyî ya li ser buroya BDP a Qoserê ji aliyê endamên HUDA-PAR’ê ve rastî êrîşê hatin.
Duh di saetên şevê de buroya BDP’ê ya Navçeya Qoserê ya Mêrdînê rastî êrîşa bombeyî hat. Bi armanc protesto kirina êrîşê îro welatî li ber buro ya ku rastî êrîşê hatibû kombun û dest bi çalakiya runiştinê kirin. Di dema çalakiya runiştinê de polîsan bi ava şid û bîber gazê mudaxeleyî girseyê kirin. Dema ku di nava taxan de şer berdewam dikir kesên nasmaneya wan nediyar tevlî nava şer bûn û êrîşî BDP’ê dikirin. Hat zanîn ku kesên êrîşî BDP’ê dikirin endamên HUDA-PAR’ê bûne.
Hat zanîn ku gelek birîndar hene û li Qoserê pefçon berdewame.
