Margaret Owen: Rojava yekane modele ji bo welatên bi şer in

17:42

JINHA


KOLN - Di konferansa Jineolojiyê de Margaret Owen li ser Rojava hinek nêrînên xwe anîn ziman û got, “Rojava yekane modele ji bo welatên şer têde heyî, min xuroşek mezin jê girt.” Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got: “Ti lîderekî ku ew qas rolê jinê bixe navend tuneye.”


Konferansa Jineolojî ya li bajarê Koln yê Almanyayê bi ser navê “Avakirin û Fikra Radîkal ya Jinan” tê li darxistin, di roja sêyem û dawî de berdewam dike.


Di rûniştina piştî nîvro ya konferansê de ji bo Demokrasî û Aştiyê Seroka Rêxistina Dullar (WPD) Margaret Owen mafê axaftinê girt.


Ocalan lîdereke ku jin kiriye navend


Owen axaftina xwe bi rojbaş destpê kir û got, “Ji ber ku ez ji ziman, dîrok, huner û stranên Kurdî hez dikim.”


Owen da zanîn ku, 20 sale ew têkildarî meseleya Kurd xebatan birêve dibe û behsa rolê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di têkoşîna jinê de kir. Owen da diyarkirin ku, “Di demên modern de ez nafikirim ku lîderek ew qas rolê jinê bike navend. Gandhî di mijara jinan de ew qas baş nebû. Di nava me de xwişkên me ên Efrîqa Başûr jî hene. Yanî lîderek heye ku jinan weke zêdehiyek, li teniştan û quncan nabîne; ew jî Ocalane” Owen da zanîn ku, “Ji ber vê çendê pêwîste em ji bo azadiya wî bixebitin. Di zindanê de û li rexmî wê jî behsa aştiyê dike. Dibe mîmarê aşitiyê. Ocalan bi awayekî bê hiqûq di zindanê de tê girtin, em ê çawa behsa muzakereyan bikin? ji Ocalan re Azadî.”


Sîstema desthilatdar ya zilam qanûnan çêdike


Owen anî ziman ku, di nîqaşên sê roje li vir berdewam dike de di wê de heyecanek çêkiriye û ew dê encamên ku ji vê konferansê girtine dê di civîna hefteya pêşiya me de li Neteweyên Yekbûyî (NY) ya têkildarî jinan pêkbê de, parve bike. Owen wiha axivî: “Ez dê li wir rastiya jinê, metodolojiyê vebêjim. Dema ku li vir behsa xeyalên jinê hatin kirin ez pir keyfxweşbûm. Bişermîn dibêjim, ez bi hiqûqê ve mijol dibim. Çima şerim dikim, ji ber ku hiqûq bi hemû aliyê xwe ve ji aliyê sîstema bavikselarî ve hatiye domîne kirin. Aha van qanûnan jî sîstema desthilatdar ya zilam çêdike, ez dê di civîna NY de bêjim kî dê van qanûnan biguhere. Em di sîstemek wisan de ne ku hertişt li ser kaxezane. Pêwîste Konseya Ewlekariyê ya NY temaşeyî bandora şer ya li ser jinan bike û hewil bide vê bide rawestandin.”


Pêwîste em zilaman biguherin


Owen li ser mijara “veguherîna zilam” jî axivî û got, “Pêwîste em nîşanî zilaman bidim ku heta mafê jinan nedinê edalet nayê cih. Pêwîste ev ji wan re vebêjin ku, heta jin azad nebe ew jî dê dibin zextan de bin. Yanî pêwîste em zilaman biguherin.” Owen da zanîn ku, “Jinên Kurd sê caran dezavantaja wan heye, li gorî min pêwîste em vê bibînin.”


Modela Rojava modelekî şoreşgerî ye


Margaret Owen di berdewama axaftina xwe de dîtinên xwe ên meha Kanûnê çûyî Rojava vegot.


Owen bilêv kir ku, “Li Rojava modela ku Ocalan pêşbîn kiriye gelek heyecanê dide û modelekî şoreşgeriye. Ji bo welatên ku di nava şer de derbazbûne û hikumetek demî avakirine, yekane modele.” Owen weke din jî got, bi taybet di pêvajoya şoreşê de û beşdarbûna jinan ya di çêkirina makezagonê de ew gelek bi heyecan kiriye.


Owen dîtinên xwe ên derbarê Rojava de wiha ragihand: “Dema ez çûm wir sinor ji mêj ve girtibûn. Ji ber sedemên siyasî girtibûn. Ez nakevim meseleyên jeopolîtîk, lê belê çima deriyên sinor têne girtin, ez nizanim çima Rojava li welatê min û gelek welatên Yeketiya Ewropa nayê nasîn. Sedemê çûna min ya Rojava di rastiya xwe de ew bû ku min xwest, asta derbazkirina zayendparêziya civakî bibînim. Di hemû sazî û avaniyan de sîstema hevserokatî heye. Li her cihekê navendên jinê hene. Lê belê ev nayê wê wateyê ku ‘karê jinê’ tenê ye. Jin karê zilam, zilam karê jinê dike. Yanî hemû karên xwe bi hevparî dikin.


Zêdetirî 5 hezar mirovên koçberbûne hene. Piraniya vana diçin Rojava. Ji ber ku rêveberiya Rojava xwe dispêre azadiya bawerî û zayendê. Min akademiyên jinan dîtin. Min YPG’yî dîtin. Ew ecêbin. Min jinên ku hevjîn û zarokên xwe windakirine dîtin. Min kesên ku xizmên wan ji aliyê El Nusra ve hatine kuştin dîtin. Min mirovên ku dema di xwestin welatê xwe biparêzin jiyana xwe jidest dayîn dîtin. Min ji wan jina pirsî hûn çawanin; zarokên xwe winda kiribûn lê serbilind bûn. Dîsan ez bi çar çavan li bendê me biçim Rojava.”


Konferans dê bi rûniştina ser navê ezmûnên tevgera jinan berdewam bike. Siyastmedarên ji Bakûr û Rojavayê Kurdistanê, Filîpînî, nûnerên tevgera jinên Katalonya, piştî pêşkêşkirina koma Parastina Cewherî ya Femînîstan dê konferans di demjimêrên şev de bidawî bibe.