Saziya jinên êzidî piştgirî dan YJA yê
18:32
JINHA
EFRÎN – Rêxistina Jinan a Saziya Êzîdiyan a Rojavayê Kurdistanê a herêma Efrînê ji bo piştgiriya kampanya ya YJA'yê li bajarê Efrînê semînerek li dar xist. Semîner derbarê Roja Jinên Cîhanê de hate dayîn.
Rêxistina Jinan a Saziya Êzîdiyan a Rojavayê Kurdistanê şaxê herêma Efrînê bi armanca piştgiriya kampanya YJA'yê ya bi diruşmeya "Bi Jinên Azad ber bi Neteweya Demokratîk ve" li Navenda xwe ya bajarê Efrînê semînerek li dar xist.
Semîner bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Piştre Berpirsyara Rêxistina Jinan û Endama Rêveberiyê yên Komeleyê Gulê Ceefer derbarê rola jinan di pêşxistina civakan û tekoşîna li dijî zilmê de, axivî. Ceefer hin perspektîfên pêxemberê ola Êzîdiyan Zerdeştê yên derbarê girîngiya rêzgirtina ji bo jinan û wekheviya herdu zayendan di nava civakê de, anî ziman. Cefer di dawiya sermînerê de li ser girîngiya 8'ê adarê roja cîhanê ya jinan axivî û diyar kir ku ev roj jî berdewamiya tekoşîna jinan a li dijî desthilatdariya mêran e.
