Li Qamişlo û Efrînê çalakiyên 8’ê Adarê

19:03

JINHA


EFRÎN -  Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, ji ber vê yekê meclîs û rêxistinên jinan çalakiyên xwe yên çandî û hişmendî zêde kirin. Ji bo piştgiriya hemleya Yekîtiya Jinên Azad (YJA) Jinan dest bi hemleyên paqijkirin, serdan, semîner, şahî li bajarên Qamişlo û Efrînê kirin.


QAMIŞLO


Şahiya 8’ê Adarê wekî diyarî ji bo têkoşîna jinan, Meclîsa Jinan duh li taxê Kornîş a bajarê Qamişlo Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan bi beşdariya dehan jinan û endamên rêxistinên jinan bi şahiyekê vekir.


Di dema vekirina navendê de jinan cilên kurdî li xwe kirin û navend bi al, sembol û wêneyên têkoşerên jin hate xemilandin. Şahiya vekirina navendê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Wezîra Maliye ya herêma Cizîrê Remziya Mihemed, li ser navê Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê Mizgîn Zêdan, li ser navê Meclîsa bajarê Qamişlo Cewahêr Osman, li ser navê Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan Necah Mihemed, li ser navê Yekîtiya Star şaxê taxa Kornîş Nesrîn Doko, li ser navê Rêxistina Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li ser navê Partiya Çep a Demokrtîya Kurdistanê û li ser navê Yekîtiya Star-Qamişlo Henîfe Tahir axivîn.


Di axaftinan de li ser rola jinan di berdewama têkoşîna jinan di hemû aliyan de bal hate kişandin. di axaftinan de her wiha hate diyar kirin ku şoreşa Rojava şoreşa jinan e.


Di dawiya şahiyê de deriyê Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan ji aliyê dayîka “Ş. Delîl” Sureya Derwîş û dayîka “Ş. Ciwan” Nofa Semiû ve li gel durişmên têkoşîna jinan bilind dikin hate vekirin.


EFRÎN


Dayîkên Aştiyê çûn serdana navendên şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û gul pêşkêşî wan kirin. Li aliyê din ji bo piştgiriya hemleya YJA’yê hemleyên paqijkirinê ku meclîsên jinan dabûn destpêkirin li gelek navçeyên Efrînê berdewam in.


Dayîkên Aştiyê duh ji Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan a Herêma Efrînê derketin û çûn serdana navendên şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û gul pêşkêşî wan kirin û 8’ê Adarê li wan pîroz kirin.


Piştî ku dayîkan gul pêşkêşî şervanan kirin, berxwedana ku şervanên jin ji bo parastina jinan û destkeftiyên gel pîroz kirin. Dayîkan diyar kirin ku ev yek ji bo wan xewnek bû û bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan niha jî rastiyek e.


Têklîdarî mijarê meclîsên jinan ên Yekîtiya Star li navçeyên Şera, Şiyê û Bilbilê yên herêma Efrînê hemleyeke paqijkirinê ji bo rojekê dane destpêkirin.


Li navçeya Reco ya herêma Efrînê jî meclîsa jinan li Meydana Rewza bi beşdariya sedan jinên navçeyê şahiyek lidar xistin.


Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê hat despêkirin. Piştre Endama Yekîtiya Star Hêvîn Hisên axivî û 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybet li jinên Kurd pîroz kir.


Hêvîn Hisên di axaftina xwe de diyar kir ku jinên Kurd roleke sereke di şoreşa Rojava de lîstine ji ber vê yekê ev şoreş şoreşa jinan e. Hisên di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Ji bo em axa xwe ku şehîdan bi xwîna xwe avdaye biparêzên, divê em hê jî zêdetir xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe bilind bikin.”


Di şahiyê de koma Delîle ya govendên folklorî, koma Çekdar a zarokan û koma Şehîd Berfîn a stranan beşdar bûn. Şahî bi dîlan û stranan û durişmên têkoşîna jinan bilind dikin û dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.


Meclîsa Jinan, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) û Rêxistina Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk li navçeya Şera derbarê roja 8’ê Adarê de semînereke diyalogê bi beşdariya dehan jinên navçeyê li dar xistin.


Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê hat destpêkirin. Piştre Endama Meclîsa Jinan a navçeya Şera Şêrîn Şoreş derbarê têkoşîn û dîroka jinan de axivî. Li ser navên mamosteyên Saziya Zimanê Kurdî ên navçeya Şera jî Nesrîn Dawûd axivî û diyar kirin ku serkeftinên jinan di hemû aliyan de bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatine.


Nesrîn Dawûd di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Jinên Kurd karîbûn cîwaziya di rêxistinkirinê de di nava hemû jinên cîhanê de diyar bikin û xwe ji sîstema bavsalariyê rizgar bikin.”


Li ser navê Rêxistina Jinan a Partiya Yekîtiya Demokartîk (PYD) Îlham Mihemed derbarê asoya fikrê jinan de axivî.


Semîner bi gotûbêjan di navbera jinan de derbarê rola jinan di pêşxistina civakê de bi dawî bû.