Li Parîsê komeleyek din ya Kurdan hate avakirin

19:21

JINHA


 


PARÎS - Li Fransayê Kurdistanî xwe birêxistin dikin. Li banliyona Villeneuve St. Georges ya Parîsê îro Kurdistaniyan komeleyek din vekir. Komeleya navê wê Navenda Çanda Kurd ya Cegerxwîn bi beşdarbûna sedan Kurdistaniyan hate vekirin.


Kurdistaniyên li paytextê Fransa Parîsê jiyan dikir, li banliyona St. Georgesê komeleyek vekirin. Di demjimêr 13:00’an de bi tevlîbûna nûnerên saziyên Kurd, komele ji aliyê Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal ve hate kirin. Piştî wê di çarçoveya programa vekirinê de nûnerên saziyan axivîn û komên muzîkan stranên Kurdî gotin.


Komeleya Amadekariya Vekirina Komeleyê girseya ku di vekirina komeleyê de amadebû silav kir û ji ber piştgiriya wan ya ji bo vekirina komeleyê sipasiya gel kir.


Di vekirina komeleyê de Serokê Federasyona Komeleyên Kurd ên li Fransayê Mehmet Ulker got, pir girînge ku gelê Kurd li Fransayê saziyên xwe ava bike û da zanîn ku, pêwîste ev îrade ji bo herêmên din jî bibe mînak. Ulker anî ziman ku, Kurd dê bi avakirina saziyan bersivê bidin Komkujiya Parîsê.


Di vekirinê de Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî axivî û got, weke germahiya ku îro we di vekirina komeleyê de nîşakir, em di pêvajoyekî gerim de derbaz dibin. Hemû gelê me li ser lingane û xwedî li nirxên xwe derdikevin. Kartal behsa vîna gelê Rojava û gelên li Kurdistanê derxistiye holê kir.


Kartal behsa pevçûnên desthilatdariyê yê navbera hikumeta AKP û Cemaeta Fethûllah Gulen jî kir û got, “Bikaranîna peyva Cemaet şaşe, ji ber ku cemaet rêya raste, rêya heqîqetê ye. Em ji vana re nabêjin cemaet, em dibêjin tevgera DYA’yê. Kartal da diyarkirin ku, ti eleqeya Gulen û çeteyên li Rojava têne bikaranîn bi Îslamiyetê re nîne.


Piştî Kartal, şaredarê Campigny û di heman demê de Serokê Komeleya Komarparêz û Komunîstên Hilbijêr Dominique Adenot axaftinek kurt kir. Adenot têkoşîna birûmet û mafdar ya gelê Kurd silav kir, her wiha behsa girîngiya hilbijartinên li Fransa û Kurdistanê kir. Adenot behsa komkujiya Parîsê jî kir û got, helwesta Fransayê rû rûşiye.


Di vekirina komelyê de li ser navê Federasyona Elewiyan ya Demokratîk Irfan Dayioglû jî axivî û got, “Tişta ku em bikin ewe ku, em saziyên xwe vegerînin dibitan û qelayên çandê. Tenê em dikarin bi vî awayî dijmin vala derxînin.”


Li ser navê Tevgera îslami Mela Şewket jî axivî û da zanîn ku, pêwîste gelê Kurd xwedî li nirxên xwe derbikeve.


Di vekirina komeleyê de gelek pêkhateyên siyasî ên Fransayê ên li wê herêmî jî beşdarbûn. Berendamê şaredar yê koma rastgir yê herêma Villeneuve Philippe Goundin, endamên meclisa şaredariyê Eric Colson û Maime Kristell serdana vekirina komeleyê kirin û bi rêveberên saziyê re hevdîtin pêkanîn. Di hevdîtinê de dane diyarkirin ku, ew dê piştgiriya xebatên Kurdan ên li herêmê bikin û behsa girîngiya projeyên hevpar jî kir.