Ji 1960’an heya 2012’an têkoşîn…
11:14
Leyla AYAZ / JINHA
AMED – Di sala 2011’an de 257 jin hatin qetilkirin, 102 jin bi tecawizê re rû bi rû ma û 220 jin jî ji ber erîşan birîndar bû. Di 10 mehên dawiyê ya 2012’an de jî 137 jin hatin qetilkirin, 106 rastî tecawizê hatin, 195 jin bi şîdetê re rû bi rû ma û 117 jin jî rastî tacîzê hat.
Bi hezaran jin bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê dadikevin qadan û li dijî qirkirina jinê dengê xwe dikin yek. Li gorî daneyên çapemenî saziyên fermî derketin di 10 mehên dawiyê ya 2012’an 137 jin hatin qetilkirin.
Di 25'ê Mijdarê 1960‘an de xwişkên Minerva, Maria Teresa û Patria Mirabel ku wekî perperok jî tên bîr anîn, hatin qetilkirin. Her sê di Komara Domînîk de li dijî dîktatoriya Trujillo berxwe dabûn. Patria Teresa di hezîrana sala 1960’î de li dijî dîktatoriya Trujîllo tevgera mezintirîn Clandestîna ava kir. Her du xwişkên wê jî beşdarî nav vê tevgerê bûn. Bandora vê tevgerê ew qasî mezin bû ku di heman salê de dîktatorî mecbûr ma ku bêje ev xwişkên Mîrabel ji bo wan talûkeya herî mezin pêk tînin. Piştî vê daxuyaniyê di demeke kurt de roja 25’ê Mijdara 1960’î her sê xwişk bi tecawizê re rû bi rû man û piştre hatin qetilkirin. Lê têkoşîna ku wan da destpêkirin, piştî mirina wan jî berdewam kir. Ev tevger bû wekî serhildanek û li her derê belav bû û dawiya dîktatoriyê anî.
Di sala 1981’an de komcivîna jinan a Amerîkaya Latîn li Kolombiyayê kom bû, ji bo bîranîna hersê xwişkan ku têkoşîna azadiyê dane, 25’ê mijdarê ‘Li Cîhanê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Hemberî Jinê’ hate îlankirin. Têkoşîna Mirabelan îro ji aliyê jinên berxwedêr ve tê piştgirîkirin û meşandin. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di sala 1999’an de biryar girt ku ev bibe, roja ‘Ji bo Rakirina Şîdeta li Hemberî Jinê Roja Têkoşîna Navneteweyî’.
Cihe ku serdestî hebe li vir jî şîdet û zordarî jî heye
Cihe ku serdestî hebe li vir jî şîdet û zordarî heye. Mekanîzmaya ku ji hêla zîhniyeta serdestiya mêr pêk hatî di her qada jiyanê de berhemenê xwe derdixe holê. Li Tirkiyeyê jî cara yekem di sala 1987'an de bi kampanyayên berfireh jin kom bûn û yekitiya xwe ya li hemberî şîdetê pêş xistin. Di sala 1987’an de li hemberî şîdeta di nava civakê, pirsgirêkên li hemberî jinê, newekheviya zayendî ji hêla jinên tirkiyeyê ve hate nirxandin. Jinan di nirxandinên salen 80’iyan de bingeha şîdetê û alîgirên şîdeta di nava malbatê, şîdeta welatan, herêman û çandê nirxandin. Jinan di nirxandinên van salan de gihiştin encamek û divê li hemû qadan jepirsînek bê destpêkirin. Jin bi lêpirsinan gihiştin astekî. Femînizm edî cihê xwe li zanîngehê girt û her wiha hiqûqnasên jin, sendîkavanên jin, endamen jin ên partiyên siyasî gihiştin hev. Jinan li dijî keda ku nehatî dîtin, newekheviya di navbera jin û mêran, bi taybetî li dijî şîdeta li hemberî jinê têkoşîna xwe bilind kirin.
Qanûn bê feyde ne
Bi salane polîtîkayên hikûmetan li dijî şîdeta li hemberî jinê nebûn bersiv û betîr bûn sedema qetilkirina jinan. Çend partiyên siyasî yên ku bûn serdest îmze avêtibin bin peymanên navneteweyî ya li dijî şîdeta li hemberî jinê lê dîsa jî qetilkirina jinê dom kir û peyman bê watê man. 13 sal in qanûna parastina malbatê ya 4320’an heye, lê heya îro jî bi pirsgirêke. Ji ber ku di pratîzekirina qanûnê de mekanîzmayên dewletê, dozger, dadgeh, midûriyetê ewlehiyê qels dimînin û qanûna 4320 bê wate dimîne.
Li Tirkiyeyê tenê 72 stargeh hene
Li gorî daneyên Forûma Aborî ya Cîhanê ya sala 2011’an di newekheviya di navbera jin û mêran de Tirkiye di nav 135 welatan de di rêza 132’an de cih digire. 10 jinan 4 jin rastî şîdetê tên. Her roj 5 jin tên qetilkirin, her 4 jinan jinek hewcedariya wê ya stargehê heye. Ji ber ku Tirkiye welatiyên xwe, bi taybetî jî jinê li hemberî şîdetê naparêze ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve bi dehan caran hatiye cezakirin. Li welatên Ewropayê di salên 1970’an de stargehên jinan hat vekirin lê li Tirkiyeyê jî di salên 1990’î de stargehên jinan hat vekirin. Divê cihê ku nifusû vê 50 hezarî jortir be divê stargehên jinan bê vekirin lê niha li Tirkiyeyê tenê 72 stargehên jinan heye. Ji 241 şaredariya tenê 32 şaredar stargeh vekirin.
Tabloya 2011’an û 2012’an
Di sala 2011’an de 257 jin hatin qetilkirin, 102 jin bi tecawizê re rû bi rû ma û 220 jin jî ji ber erîşan birîndar bû. Di 10 mehên dawiyê ya 2012’an de 137 jin hatin qetilkirin, 106 rastî tecawizê hatin, 195 jin bi şîdetê re rû bi rû ma û 117 jin jî rastî tacîzê hat. Di meha Cotmehê 10 jin, îlonê 13, tebaxê 16, tîrmehê 20, hezîranê 7, gulanê 15, nîsanê 9, adarê 12, sibatê 24 û meha çilê de jî 12 jin hatin qetilkirin.
Dê berhemên 5 hezar salan deşîfre bikin
Di serdema hikûmeta AKP'ê de şîdeta li ser jinan zêdetir bû. Di serdestiya AKP’ê de li şûna wezareta jinan, Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî hat avakirin û êdî ne jin malbat dihat parastin. Her wiha bi taybetî jî êrîş, zext û zordarî li hemberî jinên muxalîf bêtir tê meşandin. Di serî de parlamenter û şaredarên jin ên BDP’ê, akademîsyên, rojnameger, siyasetmedar, kedkar, xwendekar û hwd rastî polîtîkayên şîdetê ya AKP’ê tên. Sazî û rêxistinên jinan ên li Tirkiye û herêmê bi salane li hemberî polîtîkayên serdest têkoşîneke hevpar dan meşandin. Jinên kurd, tirk, laz, ermen, çerkez, suryanî, ereb, rus, bûlgar bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê de li qadan azadiyê biqirîn û berhemên zîhniyeta serdes a 5 hezar salan deşîfre bikin.
(la)

