Li Qoserê qetilkirina jinan

09:45

JINHA


 


MERDÎN – Li Navçeya Qosera Mêrdînê Jinan bi navê Songul Aydemir (30) hat qetilkirin. Girêdayî qetilkirina Songulê lêpirsîn hat daspêkirin. 


Di hefteya 8’ê Adarê de Roja Jinên Cîhanê de ji Qoserê girtina agahiya qetlikirina jinekê dilê mirovan xemgîn dike. Di van rojên ku jin hemû li qadan qetilkirin Songulê li Tirkiyê şideta li ser jinan û ji her çar jinan yek rastî şidetê hatiye baş radixe ber çavan. Songula Aydemir ya (30) ku bi xwe ji Navçeya Qilabana Şirnexêye û niha li Qoserê dirunin duh bi şev di mala xwe de kuştî hat dîtin. Di qata 8’an ya avahiyek ya li kolana 415 ya taxa İpek ya navçeya Qoserê dima. Hat hînbûn ku Songula dayîka 2 zarokane bi kêran hatiye qetilkirin. Cîranên Songulê diyar kirin ku berî niha mehekê hatine vê avahiyê de û berî niha 3 rojan hevserê wê herdu zarokên xwe girtiye û çuye İraqê.