23 Şervan tevlî YPJ’ê bûn
09:52
JINHA
EFRÎN – Li Herêma Efrînê 23 şervanên ku dewreya perwereya leşkerî ya bingehîn temem kirin, tevlî YPJ'ê bûn.
Şervanên ku tevlî YPJ'ê bûn, destpêkê li Akademiya Perwerdeya Leşkerî ya Şehîd Şîlan hatin perwerdekirin. Di dewreya ku bi navê "Şehîd Viyan" hate dayîn û mehekê dom kir de, waneyên leşkeî, bîrdozî û siyasî hatin dayîn.
Dewreya perwerdeyê bi merasîmekê bi dawî bû. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Axîn Nûcan derbarê girîngiya perwerdeyê û beşdarbûna jinan a di nava YPJ’ê de axivî. Nûcan destnîşan kir ku di vê qonaxa dîrokî û hesas de tevlîbûna jinan a di nava YPJ'ê de serkeftineke mezin e.
Piştî axaftinê, şervanên nû sûnd xwarin. Merasîm bi stranan û govendê bi dawî bû.
