Li Rojava Coşa 8’ê Adarê

10:45

JINHA


EFRÎN - Di Çarçoveya çalakiyên piştgiriya kampaniyeya YJA`ê de, li seranserî herêm û bajarên Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên roja 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomin.


Di Çarçoveya çalakiyên piştgiriya kampaniyeya Yekîtiya Jina Azad (YJA) ku bi durişma "Bi jinên azad ber bi netewa demokratî ve" hatiye dest pê kirin de, li seranserî bajar û herêmên Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên roja 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomin.


Cindrêsê


Navenda Çand û Huner li navçeya Cindrêsê ya kantona Efrînê bi vê boneyê pêşangeha hunerên destan û kevnetora Kurdî lidar xist. Pêşangeha ku li salona Navendê hate lidar xistin û dê du rojan dewam bike ji aliyê dayikên aşîtiyê ve hate vekirin. Endama Tevgera Çand û Huner Mizgîn Hisên axivî û bixêrhatina mêvanan kir.


Di pêşangehê de tablo û karên dest ku ji aliyên hunermendên jin Zeyneb Dîk, Meryem Eyşo, Sîham Ebdo, Lîna Misto û Biharîn Sînor ve hatibûn amade kirin hatin pêşan dan.


Di heman demê de li Navenda Çand û Huner ya Cindrêsê şahiya pîrozbahiya Roja 8`ê adarê hate lidar xistin. Endama komîteya amadekar ya çalakiyan Hêvîn Elo axivî û Roja Jinên Cîhanê li rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemû jinên têkoşer pîroz kir.


Piştî axaftinê Koma Şehîd Mizgîn, Koma Şehîd Ronahî, Koma Engîzek, Koma Şehîd Dijwar û Koma Şehîd Ferhad, stran û dîlan pêşkêş kirin.


Şahî bi xwendina nameya rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan ya derbarê Roja Jinên Cîhanê de bi dawî bû.


Qeretepe


Komîteya Têkiliyan a Yekîtiya Star li gundê Qeretepe yê Efrînê civînek lidar xisti, civîn bi beşdariya bi dehan jinên Kurd û Ereb bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.


Endama komîteyê Asya Menan di civînê de derbarê dîroka têkoşîna jinên Kurd de axivî û bal kişand ser rola pêşengiyê ku jinên Kurd li Rojavayê Kuristanê hilgirtine ser milê xwe.


Endama rêxistina jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ilham Mihemed jî axivî û Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir. Mihemed bang li jinan kir ku yekîtiya xwe bi hêz bikin û têkoşîna azadiyê bilind bikin.


Civîn bi pirs û nirxandinan bi dawî bû.


KOBANÊ


Li Kantona Kobanê Yekîtiya Star bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, di bin duruşmeya “Bi jina azad ber bi netewa demokratîk ve” li gundê Sûsanê yê Rojavayê Kobanê bi tevlêbûna bi dehan jinan şahiyêk li dar xist.


Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Kantona Kobanê Ayşe Efendî, li ser navê Yekîtiya Star Cîhan Ebdullah û li ser navê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Ciwana Dawûd axivîn. Di axaftinan de 8’ê adarê li hemû jinan hate pîrozkirin û bal hate kişandin ku jinê di şoreşa Rojavayê Kurdistan de bi berxwedan û têkoşîna xwe zor û desthilatdariya zilam şikandiye.


Piştî axaftinan şahî bi dîlanên Koma Şehîd Ednan û li ser stranan bi bi gerandina govendê bi dawî bû.


Til Temir


Li bajarê Til Temirê jî bi vê munasebetê şahiyek hate lidar xistin, şahî bi beşdariya bi dehan jinên bajêr li meydana Ciwanên Şoreşger hate lidar xistin.


Di vê navberê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û rêxistina Yekîtiy star meydan û kolanên bajêr bi alên Kurdî xemilandin.


Dêrik


Endamên rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Dêrikê bi boneya Roja Jinên Cîhanê meydan û kolanên bajêr bi alên Kurdî û wêneyên rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan xemilandin. Her wiha sazî û navendên sivîl jî bi pankartên bi nivîsên "Bi Jina Azad Ber bi Netewa Demokratîk ve- jin bingeha jiyana nû ye, Îradeya 8`ê adarê misogeriya Netewa Demokratîk e" hatin xemilandin.


Dirbêsiyê


Li bajarê Dirbêsiyê jî jinan kolan û meydanên bajêr bi alên Kurdî û rengê Binefşî ku sembola rengê jina ye xemilandin. Her wiha gelek jinên ji pêkhateyên dijn jî sembol û rengên xwe daleqandin. Jinan her wiha vexwendnameyên beşdariya şahiya pîrozkirina Roja Jinê Cîhanê ku dê roja 4`ê adarê bê lidar xistin li sazî û navendên partiyên siyasî belav kirin.