‘Li dijî tirsê têkoşîna bi rêxistinbûne hewceye’

11:21

 


JINHA


AMED - Ji rêxistina MorEl LGBT a Eskîşehîrê Eylul Yildiz, ji rêxistina Siyah Pembe Uçgena Îzmîrê Denîz Solmaz, ji Hebûn LGBT a Amedê Oyku Sezer, Ji Pembe Hayat LGBT a Enqerê Belgîn Çelîk, bi minasebet 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê nêrînên xwe anîn ziman û bal kişandin ser şîdetê û da zanîn ku divê li hemberî zîhniyeta serdest û berhemên vî têkoşîneke bi rêxistinî bê dayîn.


Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê çalakî û daxuyaniyên cur bi cur tên dayîn. Ji Eskîşehîrê, Enqerê, Îzmîrê û Amedê kesên trans nêrînên xwe ji JINHA’yê re parvekirin û da zanîn ku ji ber nasnameya xwe rastî şîdetên dijwar tên, ji ber neçariyê dikevin nava tora fihûşê û rastî şîdeta polîs, tiryakeş, şêniyên taxan û hwd tên, lê divê li hemberî vê têkoşîneke birêxistînî bê dayîn.


‘Rêxistinbûn hewceye’


Ji rêxistina MorEl LGBT a Eskîşehîrê Eylul Yildiz: Welatiyên trans li Tirkiyeyê gelek pirsgirêkên dijwar re rû bi rû dimînin. Heke tu bi rêxistin nebî tu nikarî pirsgirêkên xwe çareser biki û tu tenê bi serê xwe dimînî. Em xaniyên ku dijîn tên avêtin, qadên xebatan tên tengkirin. Her tim bi zextên polîs û gel re rû bi rû dimînin. Rastî şîdeta devkî û fîzîkî tên. Em neçarin ku ji bo bijîn têbikoşin. Rêxistinên LGBT’ê li Tirkiyeyê hewldanên girîng dikin. Ji ber ku em di civakeke ku serdestiya mêr heyî de dijîn van pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Gelek pirsgirêk heye lê tişta girîng heye ku dê li hemberî van pirsgirêkan çawa têbikoşî. Tenê ne ji bo kesên trans ji bo hemû kesan dibêjim. Em wekî kesen ku li Eskîşehîrê dijîn rêxistinbûna xwe ava kir. Lê her tim rastî şîdeta devkî tên, divê li hemberî vê têkoşînek bê dayîn û bêdengiyê ji holê rakin.


‘Qanûn mafê me naparêze’


Ji Siyah Pembe Uçgena Îzmîrê Denîz Solmaz:  Hemû endamên rêxistina LGBT’ê her tim li hemberî mafên mirovan bi hestyar bûn. Em her tim li hemberî pergala heyî derketin. Ji bo mafên xwe her tim di nava hewldanan de nin. Em her tim riyên hiqûqî digerin lê her tiş li gorî daxwazên me jî pêk nayê. Ji ber ku pergal ne alîgirê me ye. Ji ber ku qanûnên ku heyî şêluye pergal li gorî xwe şîrove dike û li hemberî me bikartîne.


‘Gelek hevalên me hatin qetilkirin’


Ji Hebûnê yê  LGBT’a Amedê Oyku Sezer: Li her derê Tirkiyeyê rêxistinên LGBT’ê û kesên trans di nava têkoşînê de ye. Lê têkoşîna me terê nake, ji ber ku pergal hêj me nasnake, mafê me ya makeqanûnê nade.  Ev tişt jî dibe sedema gelek hevalên me bên qetilkirin û kujerên van bê berdan. Zanebûnê berê, zextên taxan, serdestiya mêr û medyaya heyî bi gotin, nêrîn û nûçeyên xwe dijminatiya me dike û dibe sedema qetilkirina me.  Me manîfestoyeke weşand. Di çarçoveya Hefteya Trans Prîde li Stenbolê rêxistina LGBT’ê  xwest bi çalakî û daxuyaniyan bibe dengê me hemûyan.


‘Pêwiste em netirsin’


Ji Pembe Hayatê ya LGBT’a Enqerê Belgîn Çelîk: Kesên trans rastî şîdetên dijwar tên. Ji ber neçariyê dikevin nava tora fihûşê û rastî şîdeta polîs, tiryakeşan, şêniyên taxan û hwd. Her wiha rastî cezayê perayan jî tên, heke pere neyê dayîn haciz ji malê re tê, dest datînin ser pereyên banqeyan. Gelek avahiyên me bi îdiayên fihûşê dikin tê mohr kirin lê aliyek jî dibêjin fihûş ne sûce, ev tişt nakokiyeke mezin e. Gelek kes ji ber van nêzîkatiyan li kolanan dijîn. Em têkoşineke mezin didin lê terê nake. Niha xebatên me tenê li ser agahdarkirinê ye. Em mafê xwe yê hiqûqê hîn dibin. Çeteyên ku li taxan hatî avakirin bi zanetî êrîşe me dikin, xeraçê distinin. Ev çete ne ji polîsan û ne jî qanûnan ditirsin. Ji bo me tenê rêyek heye ev jî têkoşîna bi rêxistiniye. Divê em ligel zext û zordariyan şopdarên dozên xwebin û netirsin. Pêwîstê edî em netirsin.


(la)