Jinên kurd xwe dixemilînin û diherikin qadan

12:58

JINHA


NAVENDA NÛÇEYA – Jinan qadên 8’ê Adarê bi şîara “Jin Jiyan Azadî” veguherîne baxçeyên gulan. Di bin pêşengiya DOKH’ê de li navçeya Bîrecûkê ya Rihayê meşa bi meşale har li derxistin. Li Navçeya Misricê ya Sêrtê li ber konê berxwedanê yê ku hatibû vekirin şahî hat li darxistin. Li Navçeya Silopî ya Şirnexê jî jinan ji girtiyên siyasî yên jin re kartên 8’ê Adarê şandin û ji bo mitînga sibê ya li Silopiya yê banga tevlîbûna jinan hat kirin.


BÊRECÛK


Li Navçeya Bêrecûkê ya Rihayê ji aliyê Meclisa Jinên BDP’ê ya Bêrecikê de di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de maşek meşaleyî hat li darxistin. Meşa bi meşale ji Parqa Adalar yê despêkir. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Bêrecûkê Aliye Kizildamar û gelek jin tevlî bûn. Di meşê de dem dem durişmên weke “Jin Jiyan Azadî”, “jin Jiyan Azadî” û “Em jinin dayîkin û alîgiyê aşitiyêne” dihatin bilind kirin. Mêran jî bi avêtina fîşegên hewayî piştevanî didan meşê. Jinan bi kincên xwe yên netewî û lîlandinên xwe  meş xemilandin û geş kirin. Piştî meşê li ser navê jinan Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Bêrecûkê Aliye Kizildamar axaftinek kir. Aliye anî ziman ku 8’ê Adarê ji bo hemû jinan xwediyê giringiyek mezine û got: “Dê Netewa Demokratîk pêşengiyê ji jiyana azad re bike. Emê jiyana jinan biguhêzin 30’ Adarê. Ji bo jiyanek azad daxwazên me dê di 30’ê Adarê de diyar bibin. Roja hemû jinên cîhanê pîroz be.” Piştî axaftinan jin çun buroya helbijartinê ya Bêrecûkê li wê sînevizyon temaşe kirin.


MİSRİC


Meclisa Jinên BDP’ê ya Misricê bi boneya çalakiyên 8’ê Adarê li ber konê ‘Berxwedanê’ yê ku ji bo azadiya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û hemû girtiyên siyasî hatibû vedan şahiyek hat çêkirin. Şahiya ku li Parqa Berfîn hat despêkirin Namzetên Hevşaredarên BDP’ê Hatîce Seviptekîn û Necat Yilmaz, rêveberên BDP’ê, Meclisa Jinên BDP’ê ya Misricê û gelek jin tevlîbûn. Di şahiyê de durişmên weke “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Ciwan Fedayê Apo ne” hatin qêrîn. Di şahiyê de  Namzeta Hevşaredara BDP’ê Hatîce Seviptekîn axivî û got: “Di 8’ê Adarê de dê jin bi nasmaneya xwe derkevin qadan û bersiva pêwîst bidin pergala deshilatiyê. Emê jin bi rengê xwe di 30’ê Adarê de jî bi serbikevin.”  Piştî axaftinan koma Zerdeşt derketin dikê. Jinan li ber dengê mizûkê govend gerandin.


SİLOPÎ


 Jin li ber navenda BDP’ê ya Silopiya yê hatin bahev û li postexaneya navendê ji bo jinên girti yên siyasî kartên 8’ê Adarê şandin. Di çalakiyê de Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Silopiya yê Emîne Esmer, aktîvîstên DOKH’ê, Meclisa Dayîkên Aştiyê û gelek jin amade bûn. Beriya kart şandinê ji ber avahiya rêxistina BDP’ê ya Silopiya yê heta ber postexaneya navenda Silopiya yê jin meşiyan. Di meşê de jinan durişmên weke “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin bilind kirin. Esnafan û welatiyên ku daketin ser pencereyê xwe bi çepik û lîlandinan piştevanî dan meşa jinan. Jinan li ber avahiya postexaneya bajêr daxwiyanî dan çapemeniyê. Li ser navê jinan Hevseroka rêxistina BDP’ê ya navçeyê Mewlîde Şik daxwiyanî da.  Mewlîde diyar kir ku ew bi hêviya ku hemû jin di 8’ê Adarê de bibin yek giyan û bihev re dakevin qadan û got: “Bi hezaran hevalên me yên jin di girtîgehandenin. Li hemberî ewqas tundî û girtinan jî hêj hêviya me ya aştiyê berdewame. Her çiqasî ew hevalên me bi fizîkî ne dinava medenin jî raman û tekoşîna me yeke û me bi hevre têdikoşin. Niha ji her demê zêdetir tekoşîna me ya azadiyê bilinde û hêviya me ya aştiyê zêdeye. Ez 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikim. Di vê jinên Botanê tevlîbûneke xurt ji bo mitînga me ya sibê li ber avahiya rêxistina BDP’a Silopiya yê bikin.”