Jinên Misricê ji jinên girtîgehan re kart şandin

13:25

JINHA


SÊRT – Jinên Misricê di çarçoveya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê ji jinên girti yên siyasî re kart şandin.


Meclisa Jinên BDP’ê ya Misricê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê  ji jinên girti yên siyasî kart şandin. Di nav de rêveberên BDP’ê, endamên Meclisa Jinên BDP’a Misricê, Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Misricê Hatîce Seviptekin, endamên meclisa şaredariyê û gelek jin tevlîbûn. Jin li ber avahiya BDP’ê ya Misricê jin hatin bahev û ber bi postexaneya Misricê ve meşiyan. Piştî ku jinan ji girtiyên siyasî re kart şandin li nava taxan dest bi xebatên xwe yên 8’ê Adarê kirin.