Li Kobanê Pîrozbahiya 8’ê Adarê

13:35

JINHA


KOBANÊ- Çalakiyên Yekîtiya Star li Kantona Kobanê bi munasebeta rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dewam dikin.


Rêxistina Yekîtiya Star û Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger li gundê Korik ê rojhilatî Kantona Kobanê meşeke girseyî bi tevlîbûna sedan jinên gund û gundên derdorê li darxist. Jin bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî meşê bûn û al, sembolên kurdî û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin. Meş ji qada gund ber bi dibistana gund ve bi rêketin.


Li dibistana gund meş veguhezî şahiyekê. Di şahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir de Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Mizgîn Ehmed û Endama TEV-DEM’ê Mediya Hesen axivîn.


Di axaftinan de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinên cîhanê bi taybet li jinên Kurd hate pîrozkirin û hate diyarkirin ku jinên Kurd di şoreşa azadî rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê de bi saya felsefe û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû bingeha avakirina civaka azad û demokratîk. Di axaftinan de hate destnîşankirin ku bi riya berxwedana hêzên YPJ’ê deskeftiyên xwe parstine.


Di şahiyê de koma şehîd Berbang û koma şehîd Şêro dîlanên xwe yên folklorî bi tevlêbûna welatiyan pêşkêşkirin. Şahî bi gerandina govendê li ser staranên şoreşgerî bi dawî bû.