Li Dêrgulê 8’ê Adarê bi kelecanek mezin hat pîroz kirin
14:14
JINHA
ŞIRNEX – Li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi şahiyekê hat pîroz kirin. Di şahiyê de Namzeta Hevşaredara Dêrgulê Ozlem Kutlu axivî û got: “Di Dêrgulê de dê jin bi hişmendî û nêrîna xwe azadiya xwe bi dest bixin. Divê me jin tekoşîna xwe bilind bikin û heta em azadiya xwe bidest bixin emê li qadan têbikoşin.”
Li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi şahiyekê hat pîroz kirin. Şahî li ber avahiya buroya hilbijartinê ya Dêrgulê hat li dadrxistin. Di şahiyê de Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Dêrgulê Ozlem Kutlu û Mehmed Demir, rêvebirên BDP’ê jî di nav de gelek jin û di heman demê de gelek welatî tevlî şahiyê bûn. Jinan bi kincên xwe yên netewî qada şahiyê xemilandine. Şahiyê li ser giyana 3 jinên siyasetmendarên kurd yên ku li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şayleme û hemû cangoriyên tekoşîna azadiyê bi deqeyek rêzigirtinê despêkir. Di şahiyê de wêneyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan, Zîlan, Bêrîtan, Viyan Soran û 3 siyasetmendarên kurd yên ku li Parîsê hatin qetilkirin cîh girtin. Her wiha pankartên bi sernivîsên weke “Rêwiyên Heqîqetê! Hûn Azadiya Jinê a Zindîne” û hatin hildan. Qada şahiyê bi alayên KCK û BDP’ê hat xemilandin.
‘Heta jin azad nebin emê li qadan bin’
Ji qada şahiyê dem dem durişmên weke “Jin jiyan azadî û “Bijî Serok Apo” bilind dibû. Dema ku Namzeta Hevşaredariya Dêrgulê derket ser dikê jinan bi hev re tilîliyek kişandin ku dengê wan coşek mezin da qada şahiyê. Namzeta Hevşaredara Dêrgulê li hember wê kelecana jinan memnunyeta xwe anî ziman û got: “Jinên ciwan bedena xwe dan ber agir û em gihandin roja îro. Em jî bi wê giyana germ ya hevalên xwe di qadan de bi tekoşînê em nêzî azadiya jinan dibin. Dê jinên Dêrgulê bi nêrîn û hişmendiya xwe ber bi azadiya jinan de biçin. Heta ku em jin azadiya xwe bi dest bixin emê li qadan bin.” Şahî bi koma Sorxwîn ya ku dibiniya Navenda Çandê ya Mem û Zîn ya Cizîrê de xebatên xwe berdewam dikin domand. Koma Sorxwîn bi sitiranên xwe qada şahiyê coşand. Şahî bi konsera koma Sorxwîn bidawî bû.

