‘Jin axa xwe paşve dixwazin’
18:01
Asya TEKÎN
STENBOL – Forûma Komeleya Mafên Jinan a Di Pêşketinê de (AWÎD) a Navnetewî ya ku îsal cara 12’emîn bi mijara ‘Ji bo pêşxistina mafên jinan û edaletê veguherandina hêza aborî’ tê lidarxistin, didome. Beşdara forûmê ya ji Fîlîpînan Victoria Tauli- Corpuz got ku “Axa jinên herêmî, ji destê wan hat girtin. Gerek em axa xwe ji yên ku dest dane ser ax û çavkaniyên me, paşve bigirin. Jiyana di nav xwezayê de, parçeyek hebûna me ye. Em wekî jin jî, hewl didin ku xwedî li van nirxan derkevin.”
12’emîn forûma mafên jinan û pêşketinê ya navnetewî ya AWÎD’ê, li Navenda Kongreyê ya Halîç a Stenbolê pêk tê. Di forûmê de gelek sernavên mijaran hatine diyarkirin. Ji aktîvîstên jin, qadên ku bikaribin yoga û medîtasyon bikin, hatin avakirin. Rûniştina bi navê ‘Ji bo veguherînê meylên bingehîn û çend teklîf’, bi moderatoriya Yvonne Underhill-Sem hate lidarxistin. Ji Zanîngeha Ortadogu Teknîkê Yakin Erturk ku tevlî rûniştinê bû, mijara pêşketin û jinê nirxand . Yakin, diyar kir ku nîqaş û mafên di çarçoveya pêşketinê de tên kirin, divê ne di aliyê mafên çandî de, di aliyê mafên mirovan de bên nirxandin. Erturk got ku “Nîqaşên têkildarî mafên jinan, di ser xebatên çandî de tên pênasekirin. Ev jî, ji bo femînîstan dibe pirsgirêk. Mijara jinê, ji ya aborî û polîtîkê hatiye dûrxistin. Ev gotina di ser çandê re tê kirin, gotineke baviksalarî ye.” Beşdara bi navê Amîna Mama ku ji Zanîngeha Davis a Calîfornîayê tevlî bû jî, li ser mîlîtarîzmê (rêveberiya leşkerî) rawestiya. Amîna, diyar kir ku zayendiyên nasnameya civakî guherîne û ev jî divê bi şer re bê girêdan. Amîna, destnîşan kir ku pereyê ji bo mîlîtarîzmê diçe û pereyên li ser mijarên civakî tê dayîn, lêçûnên li dijî hev in. Amîna, da zanîn ku êdî şer bi çûyîna zilaman a qadan sînor nebûye, mîlîtarîzm bi tevahî bandorê li jiyanê dike, ev jî bandorê li nasnameyên jinan dike.
‘Paradîgmaya serdest sînorên me dixe zorê’
Chee Yoke Ling ku ji tora sêyemîn a cîhanê ji Çînê tevlî bû jî, axaftina xwe li ser awayê veguherîn û têgihîştinê kir. Chee, anî ziman ku rewşa cîhan tê de ye, di asteke xirab de ye. Chee, diyar kir ku di sala 1992’yan de li Neteweyên Yekbûyî Zîrveya Rîo çêbûye û li wir, hewl dane ku pê hesandinek ava bikin. Chee, destnîşan kir ku mafê pêşketinê aydî hemû kesan e û got “Me mafên têkildarî pêşketin û derdorê, bi dest xist. Li ser hêmanên deyn û edaletê me nîqaş kirin. Me got ku welatên hilberîn û serfkirina wan li ser pêşketinê ye, divê neyên tunekirin. Me çend peyman çêkirin. Me got ku divê cureyên biyolojîk bên parastin, mafên derdorê û mafên axê bêne parastin. Îro jî, em êdî zorê didin ku sînorên gerstêrkan rakin. Paradîgmaya serdest sînorên me dixe zorê. Em ê hevsenda sînorên gerstêrkê çawa ava bikin. Jin di çarçoveya mafên mirovan de dikare bi naskirina xwezayê pirsgirêkan çareser bike.”
‘Xweza parçeyek me ye’
Ji Weqfa Tebtebba ya Fîlîpînan Victoria Tauli- Corpuz ku tevlî forûmê bû jî, li ser gelên herêmî (xwecihî) axivî. Victoria, got ku hêzê anîne asta kontrola çavkaniyan. Victoria, diyar kir ku axa jinên herêmî, ji destê wan hatine girtin û banga “Gerek em axa xwe ji yên ku dest dane ser ax û çavkaniyên me, paşve bigirin. Jiyana di nav xwezayê de, parçeyek hebûna me ye. Em wekî jin jî, hewl didin ku xwedî li van nirxan derkevin” kir. Victoria anî ziman ku li gorî nêrîna wan maf hatine takekesîkirin û got: “Maf, hevpar in. Ev gotinênme, ji bo gotina mafên mirovan tevkariyek e. Em wekî jinên herêmî, dibêjin ku em ê li daristan û deryayê temaşe nekin û bêdeng nemînin. Em ê bi tevahî li Eko-sîstemê binhêrin. Hêza heyf girtinê ya xwezayê heye. Em vê yekê ji bîr nekin.”
Fotograf: Asya TEKîN
(at/xo)

