Jinên Bêşebabê soza azadiya Ocalan dan

15:46

JINHA


ŞIRNEX – Li navçeya Bêşebabê bi boneya 8’ê Adarê şahiyek hat li darxistin. Di şahiyê de Hevseroka Navenda Rêxistina BDP’ê ya Şirnexê Xemê Akit axivî û got: “Bila her kes bizanin ku emê gav paşed ne avêjin. Bi saya Serokê xwe emê li her qadan li hemberî zorî û şidetê têbikoşin. Ez soza azadkirina Serokê xwe didin.”


Li Şirnexê heta mitînga fînalê ya 8’ê Adarê dê şahî û çalakiyên jinan berdewam bikin. Li Navçeya Bêşebaba Şirnexê îro bi boneya mitînga 8’ê Adarê bi hezaran jin li ber lojmanên TOKİ yan kombûn. Jinan ji wê heta ber qada mitîngê mişik pêk anîn. Jin di bin panqarta “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demoratîk ve” dimeşiyan. Jinan di meşê de posterê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan hildan. Jinan dem dem durişmên weke “Jin jiyan azadî”, “Bijî serok Apo” û “Bijî berxwedana jinan” bilind dibûn. Şahiyê bi despêkirina deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê cangoriyê tekoşîna azadiyê hat despêkirin. Di serî de peyama peyama Ocalan ya ji bo 8’ê Adarê hat xwendin. Dema ku xwendina peyamê bidawî bû jinan bi hav re “Bijî Serok Apo” qêriyan.


‘Bila her kes bizanin ku em gavê paşde navêjin’   


Hevseroka Navenda Rêxistina BDP’ê ya Şirnexê Xemê Akit axaftinek kin kir. Xemê di srî de cejna 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: “ Cejna 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz be. Jin di hemû qadan de ji bo azadiya xwe diqêrin. Ez cejna jinên kurd, ereb, laz, ecem, Çerkez û hemû jinên hemû gelan pîrozbe. Bila her kes bizanin ku emê gav paşed ne avêjin. Bi saya Serokê xwe emê li her qadan li hemberî zorî û şidetê têbikoşin. Ez soza azadkirina Serokê xwe didin.”


 ‘Ev hilbijartin hilbijartinek hêsan nîne’


Namzeta Hevşaredara Bêşebabê Seyran Argan axivî û cejna hemû jinan ya 8’ê Adarê pîroz kir. Seyran diyar kir ku ev hilbijartin tenê ne hilbijartina şaredariyane û got: “Ev hilbijartina azadiya Serokê Gelê Kurd Birêz Abdulah Ocalane.”


Peyama girtiyên PKK û PAJK’ê hat xwendin


Piştî axaftinan peyamên ji girtîgehan hatîn hatin xwendin. Ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li ser navê girtiyên PAJK peyame ku Vahide Erdem şandibû û ji Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî li ser navê girtiyan peyama ku Ozgur Ulaş şandbûn hat xwendin. Şahî bi sitiranên koma Kato û koma Cudî û di heman demê de li ber sitiranên wan govend gerandinê bidawî bû.