Cenazeyê Songülê şandin Maxmurê

17:13

JINHA


ŞIRNEXK- Songul Aydemir ya 30 salî ku ji aliyê hevserê xwe ve li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê hatî qetilkirin. Malbata wê hatin cenazeyê keça xwe girtin li Deriyê Xabûr re derbasî Herêma Federala Kurdistanê kirin.


Dayîka 2 zarokan Songul Aydemîr ya 30 salî ku li taxa İpek ya Qosera Mêrdînê dima ji aliyê hevserê xwe yê bi navê Feryat Mixabir ve hat qetil kirin. 3 roj berî niha hevserê wê 2 zadorkên xwe girt û çu Herêma Federala Kurdistanê. Piştî otopsiyê cenazeyê Songulê birin Nexweşxwaneya Dewletê ya Silopyayê. Paşê ji bo cenazeyê Songulê derbazî Herêma Federal ya Kurdistanê bikin Hevserokê Navçeya BDP’ê ya Silopiya yê Azîz Acet, Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya navçeya Silopiya yê Emîne Esmer, aktîvîstên DOKH’ê û malbata wê heta Deriyê Xabûr li gel cenazeyê wê çun.


Piştî Deriyê Xabûr cenaze derbasî Herêma Federala Kurdistanê bû. Hat hînbûn ku dê cenazeyê Songulê li Mexmur bê binaxkirin.