‘Heke mêr jî bên agahdarkirin dê şîdeta li hemberî jinê kêm bibe’

14:06

 


Zehra DOGAN / JINHA


AMED -  Psîkiyatrîst Dr. Hîra Selma Kalkan, diyar kir ku li dijî şîdeta li hemberî jinê ne tenê jin divê mêr jî bên perewerde û agahdarkirin û wiha got: “Cihê ku zêdetir mêr heyî wekî qehwexaneyan divê xebaten agahdarkirinê bên kirin. Cihê herî girîng jî mizgeftin, divê li vir jî melê der barê şîdeta li hemberî jinê vaazan bide welatiyan agahdar bike. Bi vî rengî mirov dikare şîdelat li hemberî jinê rawestine.”


Li cîhanê qetilkirina jinê wekî bûyereke asayî tê dîtin. Jinên ku ji bo mafê xwe li fabrîkayan têdikoşin hatin şewitandin, her sê xwîşk li dijî dîktatoriyê derketin bi tecawizê re rû bir û man û hatin qetilkirin hwd. Zîhniyeta serdest li hemû derê cîhanê bi taybetî li hemberî jinê şîdetê bikar tîne. Her wiha asta şîdetê ya li hemberî jinê jî her ku diçe li Tirkiyeyê zêdetir dibe. Psîkiyatrîst Dr. Hîra  Selma Kalkan, da zanîn ku li dijî şîdetê divê ne tenê jin mêr jî bê agahdarkirin û perwerdekirin.


‘Gotinên bav û qalan…’


Psîkiyatrîst Dr. Hîra Selma Kalkan, di axaftina xwe de bal kişand ser şîdeta li hemberî jinê û da zanîn ku li Ewropayê jî jin bi şîdetê re rû bi rû dimînin û lê rê û rêbazên şîdetê li Ewropayê cudaye. Hîra, got ku hêj li Tirkiyeyê jin di  nava civakê de wekî kes nayê dîtin, ji ber ku hêj feraseta civakê neguheriye. Hîra, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê jin hêj jî bêqimet tê dîtin. Di gotinên bav û qalan de jî bêqimetiya jinê diyar dike. ‘Kesên ku keça xwe nexe dê çoka xwe bixe’, ‘Ço ji ser serê jinê kêm neke û çavê wê veneke’ Ev tişt asta şîdeta li hemberî jinê nîşan dide û her wiha bi zanetî jî şîdeta li hemberî jinê wekî bûyereke asayî tê dîtin. Dema jin dibin xwesî vê demê jî her cureyên şîdetê li hemberî bûka xwe bikartîne û ev jî dibe jinên ku wekî mêran difikirin.”


‘Întihar qirîna alîkariyê ye’


Dr. Hîra Selma bal kişand ser jinên ku şîdetê re rû bi rû dimînin û wiha got: “Jinên ku di  nav malê de bi şîdetê re rû bi  rû dimînin rastî pirsgirêkên wekî gazincên somatîk tên. Jinên ku rastî şîdetê tên li hemberî zarokên xwe jî şîdetê bikartînin. Pêvajoya şîdetê jinê ber bi întiharê ve dibe. Gelek întîhar di asta teşebûsê de dimîne. Hewldana întîharê tê wateya qirîna alîkariye. Kesên ku êdî naxwazin bijîn întîharê difikirin.”


‘Divê mêr jî bên perwerdekirin’


Hîra Selma Kalkan, daxuyand ku di nav civakê de hêj feraseta ‘qirêjkirina namûsê’ heye û ev tişt jî dibe sedema qetilkirin û an jî întiharkirina jinê.  Hîra, got ku ji holê rakirin vê ferasetê zehmet e, lê mimkune ku ji holê bê rakirin jî. Hîra, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em bighijîn hemû jinan. Niha  li navçeyan jî psîkiyatrîst hene û alîkariyê didin jinan. Jinên ku alîkariyê distinin dixwazin alîkariyê didin jinên ku rastî şîdetê hatine jî. Lê ji bo çareseriyê divê stargehên jinan bên vekirin. Li dijî şîdeta li hemberî jinê ne tenê jin divê mêr jî bên perwerde û agahdarkirin. Divê em bighijin mêran jî. Ji ber ku ev jinê ku çend hatibe perwerde û agahdarkirin li malê feraseta mêr naguhere û şîdet didome. Divê li qehwexane û mizgeftan xebatên agahdarkirin û perwerdê bên destpêkirin. Bi vî rengî mirov dikare asta şîdeta li hemberî jinê kêm bike.”


Wêne- Kamera: Zehra DOGAN


(zd/gk/la)