Banga dayîkên Roboskiyê ji bo jin 8'ê Adarê dakevin qadan

09:44

JINHA


RİHA – Dayîka Şivan Encu yê  ku di qirkirina Roboskî de jiyana xwe ji dest dayî Halîme Encu diyar kir ku heta faîlên qirkirina Roboskî neyên darezandin her sal 8’ê Adarê ew dê bi xemgînî pêşewazî bikin. Halîme li hember hişmendiya qetluamkar û mêrane bang li hemû jinan kir ku dakevin qadan û got: “Ez weke jinek û dayîkek bang dikim tenê dema ku faîlên qirkirinê hatin dîtin ev êş bidawî dibe. Ji ber wê jî ez bang li hemû jinan dikim ku dakevin qadan.” Dayîka Halîme weke dinê da zanîn ku ew dê weke dayîkên Roboskiyê 8’ê Adarê li Amedêbin.


Jin li tevahiya cîhanê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi awayên cur be cur pîroz dikin. Bi taybetî jî di herêmê de dayîkên êş kişandî wê êşa xwe vegerandîne tekoşîneke dijwar û pêşengiyê ji çalakiyên 8’ê Adarê re dikin. Di 28’ê kanuna sala 2011’an de li gundê Roboskiyê yê girêdayî Navçeya qilabana Şirnexê bi balefirên şer 34 ciwan hatibûn qetilkirin. Şivan jî yek ji wan 34 ciwanane. Dayîka Şivan Encu Halîme Encu bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ramanên xwe anî ziman. Dayîka Halîme destnîşan kir ku saleke dinê jî wê 8’ê Adarê bi xemgînî pîroz kir. Dayîka Halîme derbirî ku li gorî du sal li ser qirkirinê re derbas bû jî hîna faîlên wan nehatine darezandin.


‘Emê li pey qirkirinê bigerin’


Dayîka Halîme got: “Me dayîkên Roboskiyê êşa 34 zarokên xwe jiyan kir. Em hêj êşa zarokên xwe di dilê xwede dijîn. Emê hesabê vê êşê bipirsin. Heta ku doz bi dawî nebe emê li pey bigerin. Yan jî dê êşa hemû dayîkan berdewam bike. Her şeva ku ez serê xwe didim ser balgî bêyî ku ez bikevim xewê ez li kurê xwe difikirim. Kurê min tê xewa min. Weke jinek û dayîkek ez bang dikim, bila dawî li van êşan bê. Ev êş tenê dema ku faîlên qirkirinê hatin dîtin bidawî dibe.”


‘Em dayîkên Roboskiyê emê 8’ê Adarê li Amedê bin’ 


Dayîka Halîme bal kişand li ser êşên ku jinên herêmê kişandine û diyar kir ku 8’ê Adarê ji bo hemû jinan xwediyê giringiyek pir mezine û got: “Em weke jin heta niha herdem hatine perçiqandin. Em dibin bandora mêran de mane. Lê êdî divê di 8’ê Adarê de hemû jin li qadan bin. Ji ber 8’ê Adarê ji bo tevahiya jinan xwediyê giringiyek mezine. Di vê li qadan dengê me bê bihîstin. Divê em balê bikişînin li ser hişmendiya mêran ya ku hemû qirkirin ji aliyê wan ve tên kirin. Ji bo em hişmendiya mêrane û qirkirinkar mehkum bikin.” Dayîka Halîme 8’ê Adarê Roja Jnên Cîhanê li tevayî jinan pîroz kir û got: “Em weke dayîkên Roboskiyê emê 8’ê Adarê li Amedê bin. Emê hesabê qirkirina Roboskî û hemû jinên hatine qetlikirin û perçiqandin bipirsin.”