Êşên ku bi wêneyan nikarin bên reng kirin…

09:48

Derya CEYLAN / JINHA


AMED – Muazzez Filiz diyar kir ku wan weke wênevanên ciwan di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ‘Di roja îro de jin çawaye? Sergiyek vekirine û got: Me ji 3 jinên siyasetmendar yên ku li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez îlham girtin û di vê projeya xwe de me çîrokên jinan ji dîrokê heta niha berxwedana wan girtin dest.”


Mamostayên ku li Mala Piştevaniya Perwerdê ya li Pirsusa Amedê mamostahiyê dikin Muazzez Fîlîz û Leyla Çakir bi pirsên weke “Di roja îro de jin çawaye?” zoriyên ku jin dijîn û di nava civakê de ketine rewşek çawa bandor li ser hunera wan ya wênevaniyê kiriye. Jinên wênevan ji çîroka berxwedana 3 jinên siyasetmandarên kurd yên ku li Parîsê hatine qetil kirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bandor bûne û bi îlhamê ku ji wê bandorbûnê girtine projeya xwe ya wêneyan amade kirin. Jinên wênevan diyar kirin ku dê 6’ê Adarê li Salona Pêşangihê ya Navenda Ciwanan ya Çand û Hunerê ya Cigerxwîn hunerê xwe yê wêneyan pêşan bidin.


‘Me ji 3 jinên şoreşger îlham girt’    


Muazzez da zanîn ku wan ji 3 jinên siyasetmendarên kurd îlham girtine û projeya xwe ya pêşandana wêneyan gihandine 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û got: “Armanca me ya bingehîn ji amade kirina vê pêşangiha wêneyan ji bo em rewşa jinan ya şînber raxin ber çavan û hunerê xwe bala her kesê bidin ser vê rewşa ku jin têde dijîn. Me xwest em di hunera xwe ya wêneyan de cîh bidin 3 jinên şoreşger yên li Parîsê hatin qetilkirin, dayîkên Roboskî, zarokên ku bûne di zarokatiya xwe de bûne buk, yên ku koç bûne, yên ku rastî şidetê hatine û yên ku di dema şer de birînên pir kur di hindirê wan de vebûne. Bi tevahî jinên ku tiravma jiyan kirine û bi her awayî êş kişandine. Em herî zêde di vê pêşangiha xwe de li ser van mijaran rawestane.”


‘Jin bi derketina rojê re jiyanê ji nûve avadikin’


Muazzez destnîşan kir ku tu reng nikare êşa ku jinan jiyan kiriye bigire. Muazzez derbirî ku ji bo hinek êşa jinan kêm bê nîşandan me hinek rengên zindî karanîne û wiha got: “Jinên ku mudaxeleyî her tuştên wan hatine kirin. Li gora her tiştî jî rabûne li ser lingan û bi derketina rojê re jiyanê ji nû ve ava dikin.”


‘Jin hevgirtina civakê ava dikin’


Muazzez destnîşan kir ku sernava “Di roja îro de jin çawaye?” ew pir dane zorê û got: “Cihê ku jin bixwazin biçinê dikarin biçin? Dema ku zarokin çawa tên mezin kirin? Dema ku ducaniye çî dijî? Di nava malbatê de çî dijî? Li hemberî şidata mêran çiqas tekoşîn dike?  Çiqas dikare xeyalên xwe bîne cîh? Muazzez derbirî ku ji bo bersivdana van pirsan xebat kirine. Muazzez diyar kir ku li gora vê hemû şideta jin dijîn jî cardin di jin din ava civakê de rolê xwedî derketina li nirxên civakî û serhev ve anîna civakî lîstine. Muazzez da zanîn ku jin ji tekoşînkirinê natirsin. Muazzez destnîşan kir ku her dem jinan civak girtiye û komî serhev kirine.


‘Me êşên jinan kirin wêne’


Leyla Çakir jî diyar kir ku jin û di nava civakê de rolê wan kirina bi hunerê anîna ziman pir zore. Leyla da zanîn ku ew ji projaya wan ya dibin sernava “Di roja îrode jin çawaye?” pir bandor bûye. Leyla bal kişan li ser rewşa ku niha jin têdene ji ber hişmendiya mêran ketine rewşek wiha û got: “Di nava xebata me ya hunerî de ji jinên ducanî, ciwan, zarokên hatine zewicandin, heta jinên kedkar cîh digirin.” Leyla anî ziman ku di nava wêneyên ku çêkirine de herî zêde ji wêneyê dayîkên Roboskiyê bandor bûye û wiha domand: “Dayîkên ku êşa herî mezin jiyan kirî herî zêde min di wê de dît û jiyan kir. Bi rastî jî wêneyê bûyerek wiha hatî jiyan kirin xîzkirin pir zore. Dayîkek zaroka xwe wendakirî bi qasî êşa ku civakê dayî jinan girane.” Leyla da zanîn ku li gorî êşa dayîkên Roboskiyê jiyan kirin û li gel wê jî tekoşin kirina wan pir pîroz dît.


Leyla destnîşan kir ku dê li Salona Pêşangihê ya Navenda Ciwanan ya Çand û Hunerê ya Cigerxwîn hunerê xwe pêşkêş bikin û got: “Em 6’ê Adarê bi vekirina pêşangiha xwe hemû jinan vedixwînin pêşangiha xwe. Dê pêşangiha me ya wêneyan heta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê vekirî bimîne.”