'Hemû jinên Mûşê dêbi rengên xwe yên netewî dakevin qadan'
10:37
JINHA
MÛŞ – Jinên Mûşê bi pêşengiya Meclisa Jinên BDP’ê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bernameya çalakiyên xwe bi daxwiyaniyekê diyar kirin. Daxwiyanî ji aliyê Aynur aşan ve hat xwendin. Aynyr bang li hemû jinên Mûşê kir ku bi rengên xwe yên netewî dakevin qadan û got: “Emê di qadên 8’ê Adarê de li benda jinên kedkar û tekoşer bin.”
Li gor ku li her derê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi hemû germahiya xwe didome li Mûşê jî ji aliyê Meclisa Jinên BDP’ê ya Mûşê ve di avahiya rêxistina BDP’ê de li ser navê jinên Mûşê daxwiyaniyek hat xwendin û bernameya çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê diyar kirin. Li ser navê jinan Aynur Aşan daxiwanî xwend. Aynur diyar kir ku ew xebatên xwe yên ji bo 8’ê Adarê bi germahiyek mezin berdewam dike û got: “Me li Mûşê bi şîara ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve’ dest bi xebatên xweyên 8’ê Adarê kiriye. Em di çalakiyên 8’ê Adarê de li bendêne ku jinên Mûşê bi rengên xwe yên netewî tevlî bibin.”
‘Em 8’ê Adara îsal diyarî Serokê xwe dikin’
Aynur bal kişand li ser giringiya 8’ê Adara îsal û wiha got: “Kampanye ya ‘Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve’ ya ku hatî despêkirin hemû jinên kurd û hemû jinên Rojhilatanavîn digire nava xwe. Em 8’ê Adara îsal diyarî Serokê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dikin. Emê bi vê kampanye yê gaveke dinê nêzî Serokê xwe bibin.”
Bernameya 8’ê Adadrê ya Mûşê wihaye:
5’ê Adarê: Malazgir dê bi meş û çalakiyekê sitartya bernameya 8’ê Adarê bê dayîn
6’ê Adarê: Li Kop’ê bi beşdarbûna Hevseroka Kongireya Cicaka Denokratîk (KCD) ê Ayles Tuhluk meş û çalakiyek çêbibe.
7’ê Adarê: Li Gimgimê maş û çalakî çêbibe.
8’ê Adarê li navenda Mûşê di bin pêşengiya Platforma jinan de û bi beşdarbûna saziyên dinê di saet 12.00’an de li ber Nexweşxaneya Welidîna Jinan dê daxwiyani bê xwendin û meşek bê li dar xistin. Dê heta ber Salona Dawetê ya Mûşê bimeşin û di saet 13.00’an de dê şahî bê li darxistin.
