‘Herî zêde jinen kurd pergala serdest pênase dike’
14:18
Mizgîn TABU / JINHA
AMED – Dildara Komeleya Ekîn Cerenê Fîgen Aras Kaplan, diyar kir ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê ji bo hemû jinan rojeke girîng e. Fîgen, da zanîn ku jinên kurd bêtir êrîşên li hemberî jinê dibîne û wiha got: “Ne tenê jinên ku ji bo mafê jinê têdikoşin, jinên ku ji bo welatê xwe, zimanê xwe, li hemberî tacîz, tecawiz, zext û zordariyê têdikoşin ji zêdetirin, lê bi taybetî jinên kurd wateyê didin vê têkoşînê.”
Bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê di serî de herêm û Tirkiyeyê çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin. Sazî û rêxistinên jinan li ser girîngiya 25’ê Mijdarê rawestiyan û bal kişandin ser asta şîdetê ya li hemberî jinê. Di serî de jinên endamên Komeleya Jinan a Ekîn Cerenê ya Amedê dê sibê tevli meşa li Amedê bibin. Dildara Komeleya Ekîn Cerenê Fîgen Aras Kaplan bi minasebeta 25’ê Mijdarê pirsên JINHA’yê bersivand.
- Gelo şîdet çî ye? Kê/kî bi şîdetê re rû bi rû dimînin?
Mirov dikare wiha bersiv bide vê pirsê. Şîdet; kesên ku xwedî bi hêz bin, zordariyê kesên din bikin lê tenê ev nîne, ji bo me şîdet ne tenê şîdeta fîzîkî, tecawiz û kuştin e. Ligel van cureyên şîdetê, şîdeta psîkolojîk, aborî û bi taybetî qedexekirina zimanê zikmaki ye. Şîdet mafê te ji te distine. Ji hêla hêzên ku tê dîtin an jî nayê dîtin, hêza te tê biçûkxistin û êrîşê tê dikin. Em bi vî şeklî şîdetê dinirxînin.
‘Di bingeha şîdetê de sertestî heye’
- Gelo jin di ferqa şîdetê de ye?
Bi hezar salan li hemberî hebûna jinê polîtîkayên taybet hatin bikaranîn. Bi gotinên olî, polîtîkayên kapîtalîzmê, modelên malbatiyê û hwd. bi pergalên cur bi cur li hemberî jinê şîdet hat bikar anîn. Lê wekî jin şîdetê heq dike hat binavkirin. Ji ber rolên ku ji bo jinê hatî diyarkirin divê şîdet jî bê bikaranîn. Tenê wezîfeyeke jinê heye û ev jî dayikbûn e û ev nêrîn 200 salî dom kir. Ji ber vê nêrînê jî civak xwe di hêla bikaranîna şîdetê de xwe mafdar dîdit. Li hemû cîhanê mêr di hela şîdeta li hemberî jinê de hemfikirin. Jin jî koletiyê di hundirê de mezin kiriye. Jin mal û milkê mêr e, mêr dikare jinê bi her awayî bikarbine, heke jin serî rake jî şîdeta herî dijwar heq dike. Ev nêrîn ji hêla pergalê ve hatiye pêşxistin û hînê mêran kiriye û civak wisa tê birêvebirin.
- Li dijî her cureyên şîdeta li hemberî jinê divê têkoşîneke çawa bê dayîn?
Divê şîdet baş bê pênasekirin. Heke em şîdetê dem demê bigirin dest û binirxinin, ev tişt tenê dibe vakayek. Ji bo ku em li dijî şîdetê têbikoşîn divê em bingeha şîdetê baş bizanin. Şîdet bingeha xwe ji serdestiyê digire. Mer, dewlet û kapîtalîs hêzên serdestin. Heya ku em serdestiyê baş nenirxînin em nikarin şîdetê ji holê rakin. Ji ber vê jî divê nirxandinên îdeolojîk jî bê kirin. Şîdet polîtîkayeke ku bi zanetî tê birêvebirin. Bi hezar sal in şîdet li hemberî jin, civak û xwezayê tê meşandin. Ji ber vê jî divê rast bê pênasekirin û bingeha vê baş bê zanîn. Heke mirov bingeha vê bibîne mirov dikare rêbazên têkoşînê jî baş bibine, xwe bi rêxistin bike. Lê dema mirov şîdetê li ser pratîkên rojane binirxîne vê demê mirov serdestiya heyî nabîne. Li dijî şîdetê tenê 3 rê hene; zanêbûn, rêxistinbûn û têkoşîn e.
‘Pêwiste jinên cîhanê bibin yek’
- Herî dawiyê hûn ji bo jinan dixwazin çî peyamê bidin?
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê ji bo jinan rojeke girîng e. Felsefeya her sê xwîşkên Mirabel û felsefeya jinên kurd di heman zemînê de nin. Her du berxwedan û bedel jî dişîbin hev. Ne tenê jinên ku têkoşîna mafê xwe didin, jinên ku ji bo welat, ziman, azadî û li hemberî zext û zordariyan têdikoşin ji hêla pergalê ve bi şîdet, tacîz, tecawiz, binçavkirin, girtin û qetilkirinê re rû bi rû dimînin. Jinên kurd bêtir pergala serdestê fêm dike, dema mirov dîroka xwe dinire jin bi salan ji bo azadî, ziman, welat û statuya xwe di nav têkoşînê de bûye. Divê hemû jinên cîhanê bicivin, reng, ol, ziman, netew çi dibe bila bibe. Ji ber ku ji hêla jinan ve dê civakeke azad bê afirandin
Kamera - Wêne: Mizgin Tabu
(gk/la)

