Bi keda xwe hişmendiya mêran dişikênin...
11:14
JINHA
MÊRDÎN – Jinan di jiyana xwe ya kar de zoriyên ku ji ber hişmendiya mêran kişandine vegotin. Jinên ku di Şaredariya Qoserê de paqijiyê dikin diyar kirin ku dema despêkê dest bi kar kirine ji aliyê mêran ve hatine hatine veder kirin û gotin: “Me jinan bi sekna xwe ew hişmendiya mêran şikand.”
Jinan bi ked û berxwedana xwe 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ava kirine. Jinan diyar kirin ku bi hezar zoriyan hatine vê rojê û dê 8’ê Adarê li qadan bin û dangên xwe bilind bikin. Yek ji karkera ku ji aliyê Şaredariya Qoserê ve paqijiyê dike Mizgîn Akin (19) da zanîn ku di nava xebatên xwe de rastî hişmendiya mêran ya ku wan weke hedef nîşan didin hatiye. Mizgîn destnîşan kir ku ew bi keda xwe jiyan xwe berdewam dike û got: “Dema ku mêr li me dinêrin nerihet dibin. Heger bi wan be emê ji mal dernekevin. Ew dixwazin jin din ava malê de bimînin. Lê me bi sekna xwe nîşanî wan da ku jin dikarin her karî bikin û me ew hişmendî guhert.”
Yekedinê ji karkerên paqijiyê yên jin Nurhan Yildirim (45) jî diyar kir ku ew dayîka 10 zarokane. Nurhan da zanîn ku ji bo piştevaniya aboriya malbatê ew vî karî dike. Nurhan destnîşan kir ku berpirsyariya wê girane. Nurhan derbirî ku dema wê despêkê dest bi kar kiriye hevserê wê li bember derketiye lê paşê pejirandiye. Nurhan balkişand li ser hişmendiya li hemberî jinên dixebitin û got: “Jin bixebitin pera bînin malê lê dema ku dor hat maf xwestina wan bila di mala xwe de runin.” Di dawiyê de Nurhan bang li hemû jinan kir ku dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.

