Li Êlihê Fatma Ozen ya ku ji ban ket jiyana xwe ji dest da
12:27
JINHA
ÊLÎH – Li Êlihê Fatma Ozen ya 78 salî ku ji banê 3 qat ket jiyan xwe ji dest da.
Li Êlihê jina ku ji banê mala 3 qat ket jiyana xwe ji dest da. Fatma Ozen ya ku 78 salî û dayîka 5 zarokane ji banê mala xwe ya 3 qat ya li kolana 1013 ya li taxa Raman ya Êlihê ket û jiyana xwe ji dest da. Fatma ya ku temenê wê mezin dema ku ji ban ket bi ser erda heşk ket û hema li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê jina bi teman rakirin Nexweşxaneya Dewletyê ya Êlihê.
Cenazeyê jina temenê wê mezin ji morgê radestî malbata wê kirin. Cenazeyê Fatma li goristana Asriyê hat binaxkirin.
Ji bo zelalkirina bûyerê polîsan dest bi lêkolînê kirin.
