DOKH'ê ji girtiyên xweş re kart û Wezîrê Edaletê re jî Faks şandin
14:52
JINHA
AMED – Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û Demokrat bi boneya 8’ê Adarê ji girtiyên nexweş re kar şandin.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û Demokrat bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li ber postexaneya Yenîşehîrê hatin bahev û ji girtiyên nexweş yên girtîgehan re kart şandin. Herwiha ji bo ku jin balbikişînin li ser rewşa girtiyên nexweş ji Wzîrê Edaletê re faks şandin.
Faksa ku ji aliyê DOKH’ê ve ji Wezîrê Edaletê re hatî şandin agahiyan têde cih girtin: “Di girtigehan de di nav de 11 jin 154 girtiyên rewşa wan giran û bi giştî jî 532 girtiyên nexweş hene. Li gorî ku Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora ‘nikarin di girtigehan de bimînin’ daye gelek girtiyan jî lê ji aliyê dadgehê ve biriyara derketinê nayê dayîn. Gelek ji wan jî ev rapor jî nayê dayîn. Her roja ku diçe rewşa girtiyên nexweş giran dibin û gelek ji wan jî li ber sinirê mirinêne.”
Di berdewama Faksê de hat diyar kirin ku girtiyên nexweş di demê wan de neyên tedawîkirin û wiha hat gotin: “Di vê wateyê de divê hemû sazî baldarbin. Ji bo ‘Azadiya girtiyên nexweş’ çî dikeve li ser milê wan bi berpirsyarî tevbigerin.”

