Li Silopiya yê jin baran û 8’ê Adarê..
15:46
JINHA
SİLOPİ – Li Navçeya Silopiya a Şirnexê li gel barana şid jî bi hezaran jin herikîn qada şahiyê. Jinan bi kişncên xwe yên netewi yên herêma Botanê qada şahiyê xemilandin û govend gerandin. Di şahiyê de aktîvîsta DOKH’ê Xemê Akti axivî û got: “Heta ku jin azadnebe behsa azadiya welat nayê kirin. Em jinên kurd ji her demê zêdetir bi hêvî aştî û azadiyê birêve dibin.
Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê li navçey Silopiya ya Şirnexê bi şîara “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” şahî hat li darxistin. Şahî li ber avahiya rêxistina BDP’a navçeyê hat li dar xistin. Li gel barana bi şid jî jin bi kincên xwe yên rengareng qada şahiyê xemilandin. Di qada şahiyê de panqartên weke“Bi rêxistinê emê li ber xwe bidin, bi berxwedanê emê dawî li şideta li ser jinan bînin” û “Jin jiyan azadî” hatin hildan. Di şahiyê de Serokê Navçeya BDP’ê ya Silopiya yê Azîz acet, Cîgirê Şaredarê navçeyê Abdulkerîm Sonmez, Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya navçeyê Emîne Esmer, Namzeta Hevşaredara bajaroka Rilqebin ê Rabîa Takas, aktîvîstên DOKH’ê, endamên Meclisa Jinên BDP’ê, rêveberên BDP’ê, endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê jî dinav de amadebûn bi hezaran jin herikîn qada mitîngê.
Jinan bi şêweyê Botanê sitiran gotin û li ber sitiranan govend gerandin
Jinên ku bi kincên xwe yên renga reng qada şahiyê xemilandin dem dem durişmên weke “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” û Bê Serok jiyan nabe” hatin bilind kirin. Jinan li gel kincên xwe yên rengî qada şahiyê bi rengên kesk, sor, zer û alayên DOKH’ê xemilandin. Jinan sitiranên botanî digotin û li ber govend digerandin. Derdora qada şahiyê ji aliyê polîsan ve hatiye girtin û polîs wêne û dîmenên jinan digirin. Li ber barîna baranê şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê kesên ku tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat despêkirin. Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Navenda BDP’ê ya Şirnexê Xemê Aktî ve hat kirin. Xemê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li jinên di şahiyê de amade pîroz kir.
‘Emê bi jiyana xwe beşdarî pêvajoyê bibin’
Xemê diyar kir ku 8’ê Adara îsal bi şîara “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve” hatiye despêkirin û got: “Heta ku jin azadnebe behsa azadiya welat nayê kirin. Em jinên kurd ji her demê zêdetir bi hêvî aştî û azadiyê birêve dibin.” Namzeta Hevşaredara Navçeyê ya BDP’ê Emîne Esmer jî anî ziman ku baran bi berekete û got: “Di şahiyên jinan de barîna baranê nîşana bereketa jinan dede diyar kirin. Em jin ji bo aştiyê li maydananin. Dê sala 2014’an bibe sala aştî, azadî û çareseriyê. Em li vêderê ji bo azadiya Serokê xwe diqêrin. Jin jiyane emê bi jiyana xwe beşdarî vê pêvajoyê bibin û li gel Serokê xwe bin.”
Di şahiyê de peyama Ocalan û PAJK’ê hat xwendin
Piştî axaftinan peyama Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ya ku ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê şandibû ji aliyê aktîvîsta DOKH’ê Adalet Fîdan hat xwendin. Şahiyê bi koma muzîkê ya Sara berdewam kir. Peyama ku ji aliyê Koordinasyona PKK û PAJK’ê ve hatî weşandin ji aliyê aktîvîsta DOKH’ê Qumrî Tokay ve hat xwendin. Piştî xwendina peyaman bi avêtina fîşegên hewayî reng didan dikê. Hunermed Nudem 3u Çiya derketin dikê sitiran gotin û jinan jî li ber dengê sitirana goved gerandin. Şahî bî govend gerandina jian berdewam dike.

