Li İdirê bi hezaran jinan ji Ocalan re silav şaindin

17:02

JINHA


ÎDİR – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li İdirê mitîng pêkhat. Di mitîngê de Parlementera BDP’ê ya İdirê Pervîn Buldan got: “Em jin roj hat em natin girtin, me îskence dît û em hatin qetilkirin. Lê tucarê me dest ji tekoşîna xwe berneda. Birêz Ocalan dibêje ‘Dê jin tekoşîna xwe bigihînin serkeftinê.’ Em ji vêderê ji bo Serokê xwe silavan dişînin.”


Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Meydana Şaredariyê ya İdirê şahiyek hat çêkirin. Li qada mitîngê panqartên “Şoreşa ku jinan azad neke ne şoreşe”, “Bi Jina Azad ber bi Netewa Demokratîk ve”, “Ji qirkirina jinan re na” û dovîzên weke “Ji şideta li ser jinan re bese”, “Emê heval Zîlan, Bêrîtan û hevalên ku di tekoşîna jinên azad de jiyana xwe feda kirine ji bîrnekin” hatin hildan. Her wiha li qadê flamayên DOKH’ê û alayên BDP’ê hatin hildan. Jinan bi kincên xwe yên netewî giyan dan qadê. Di qada mitîngê de Wekîla Koma BDP’ê Pervîn Buldan, Parlementa BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya İdirê Şaziye Onder, Murat Yikit û namzetên hevşaredarên navçeyan li gel bi hezaran jin amade bûn.


‘Dest ji propegandaya reşkirinê berdin’


Mitîngê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyana kesên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane despê kir. Bi rêzgirtinê re sîroda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Piştî rêzgirtinê mitîngê bi peyama Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ya ku ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nivîsî bû hat xwendin. Di dema xwendina peyamê de ji qadê dengên weke “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bilind dibû. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya İdirê Şaziye Onder bal kişand li ser daxwiyaniya MHP’ê ya nijatperestane li İdirê û got: “Ew dibêjin ‘Heger BDP’e şaredariyê bigirin dê jin û zarokên me niharin derkevin.’ Em ji wan di pirsin heta niha kîjan kurdan zimanê xwe li namusa we dirêj kiriye. Dest ji propigandaya reşkirinê berdin û bi projeyên me re bikevin nava gel.”


‘Heta jin azad neber civak azad nabe’


Parlementa BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane bal kişand li ser rolê jinan yê dinava tekoşîna azadiyê de û got: “Em jin roj hat em hatin girtin, me îskence dît û em hatin qetilkirin. Lê tucarê me dest ji tekoşîna xwe berneda. Heta niha me bedelên mezin dan. Îro bi serbilind li her derê digerin. Pêşengiya tekoşînê îro jin dikin. Hem bi van hemûyan şanazin. Heta jin azad neber civak azad nabe.”


Pervîn Buldan: Em li hemberî tacîz, tecawîz û şidetê serhildan dikin


Pervîn Buldan di despêka axaftina xwe de silav ji Serokê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re şand. Pervîn bibîrxist ku her roj bi hezaran jin tên qetilkirin û rastî tecawîzê tên û got: “Bi hezaran jin weke mal tên firotin û bêyî vîna wan tên zewicandin. Dibin mexdurê îskence û zilimê. : Em li hemberî tacîz, tecawîz û şideta li ser jinan serhildan dikin.


Ocalan ‘Jinan ne koletî azadî helbijartine’


Pervîn diyar kir ku di her hevdîtina li gel Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan de her dem pirsgirêka jinan tînin rojevê û got: “Di hevdîtinên me yên li gel Birêz Ocalan de dibêje ‘Jina ku ez dizanim ne koletî azadî helbijartiye. Bi tekoşînê serkeftin bitac kiriye. Jinan bi tekoşîna xwe serkeftinên ku bi dest bixin azadiyê  bi tac bikin. Jina ku ez dizanim jina li çand û zimanê xwe xwedîderkeviye.’ Em ji vêderê ji bo Serokê xwe silavan dişînin.”


‘Heger Ocalan destê xwe ji pêvajoyê bikêşe dê halê me bibe çî’


Pervîn bal kişand li ser helwesta AKP’ê ya li hemberî pêvajoyê û got: “AKP’ê tu gav ne avêtiye. Heger gelê kurd û Serokê Gelê Kurd Birêz Abdulha Ocalan destê xwe ji pêvajoyê bikêşin dê halê vî welatî bibe çî! Pêvajo hinek bi nêzîkatiya gelê kurd ya azadiyê birêve diçe. Ji bo aştiyek mayînde çî ji destê me tê em dikin.”


Piştî axaftinan hunermend Zelal derket dikê konser da û jinan li ber dengê wê dîlan gerandin.