Jina xwediyê jiyanek ji tekoşînê dagirtî Adelheid Popp…

10:06

Beritan Elyakut / JINHA


AMED – Dîroka jinan ya berxwedanê hîna li benda nivîsandinêye. Yek ji wan jinên ku navê xwe li vê dîrokê hêlaye Adelheid Popp ye. Adelheid jî weke jinên berxwedanvan yên beriya xwe û piştî xwe jiyana xwe di ber kedkarî û tekoşîna jinan de feda kiriye. Di 7’ê Adara sala 1939’an de çavên xwe li jiyanê girtiye. Li Awustirya ji bo bilind kirina tekoşîna jinan îmza avêtiye binê gelek serkeftinên yekem. Jinên  piştî wê tekoşîna jinan bilind kirine û cihê wê vale nehêlane. Di hema nemê de ji bo jin çawa bijîn û çawa têbikoşin mînakek herî balkêşe.


Adelheid Popp di 11’ê sibata 1869’an de li Awultirya yê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Din ava kedkarên siyasî de xwe û nasnameya xwe dîtiye. Nivîskarek û axaftvanek bi bandorbû. Yek ji damezrênera tevgera jinên proleter yên Awustirya yê bû. Di hema demê de yek ji pêşeng û tekoşera sosyalîzmêye. Adelheid di nava malbatek kedkar de hatiye dinê û mezin bûye. Tenê kariya 3 salan dibistanê bixwîne. Di temenê 10 salî de neçar maye ku dest bi kedkariyê kiriye. Piraniya temenê xwe yê ciwaniyê di atolya û fabriqeyên kar de derbas kiriye. Dema ku rêsitina jinan çêdikir ji aliyê polîsên veşartî ve dihat şopandin û gelek caran kete girtîgehê. 1893’an de di fabrîqayek ya mantarê de xebitiye. Adelheid bi nivîs û konferansên xwe di Ewrupa de bûye deng û pêşenga yên hatine perçiqandin. Ji bo rizgariya çîn û gelê xwe  weke serokekê tekoşîn kiriye. Cardin di sala 1893’an de bûye yekem edîtora jin ya Rojnameya Kedkarên Jin. Adelheid di sala 1902’an de din ava pêşengên avakirina Komeleya Jinên Sosyal û Demokrat cih girtiye. Di sala 1918’an de ji bo Rêbeberiya Partiya Sosylîst ya Awustirya yê hatiye hilbijartin. Di heman salê de bûye endama Meclisa Şaredariya Viyanayê. Piştî salekê ji bo Parlemantoya Awistirya yê hatiye hilbijaritin. Piştî Clara Zetkîn Serokatiya Komîteya Jinan ya Navnetewî birêve biriye.


Li hemberî astengiyên kesanî û civakî xwediyê seknek bihezbû


Adelheid hamû jiyana xwe li ber tekoşîna jinên karker de feda kiriye. Adelheid di sala 1939’an de li pey xwe mîrasek mezin hêlaye û çavên xwe li jiyanê girtiye. Adelheid di tevayî jiyana xwe de 3 pirtûkên bi navên “Jiyana jinek karker ya ciwan”, “Di civaka kapîtalîst de keda jinan” û “Rêya diçe bilindbûnê” nivisiye. Adelheid di gelek aliyê jiyanê de hilberînkar bûye. Ji fabrîqayek diçu ya dinê û bi mûçeyê herî kêm jiyanan xwe berdewam kiriye. Herî zêde weke karkerek biçuk ya ku ji bo başkirina şertên jiyana karkeran li ronahiyê geriya ye tê naskirin. Di vê xeta jiyana xwe de li hemberî astengiyên kesan û civakî bi sekneke pir mezin tekoşîn kiriye. Ji van jî ya herî giring bi wê sekna xwe li hember fikirên siyasi yên ji nava çînên karkeran der diketin der diket li ser nirxandin dikir û ji guherînên erênî re bûye mînakek.


Adelheid jina ku ji bo heskiriyê xwe êş kişandiye…


Adelheid li gel tekoşîna xwe ya karkerên jin di heman demê de xwediyê cîhanek  hindirîn  ya kure. Ji bo haskiriyê xwe êş kişandiye. Adelheid tenê ne ji bo karkerên jin tekoşîn kiriye di hema demê de ji bo xwendekaran, kedkaran, Jinên ku di nava karên civakîde dixebitin, jinên di mal de dixebitin û mêrên kedkar hilberînkar bûye û rê nîşan daye. Milîtanek di baweriya xwe guherîn dikare derdora xwe jî biguherîne. Adelheid jinek wiha bû ji bo tekoşîna ku dikir bi  mirovan dida bawer kirin û di her gava xwe de hêj zêdetir nêzî karkeran dibû. Ji bo jinên karker çawa bijîn û çawa têbikoşin mînaka herî mezine.


‘Gelek kêm mirovan xwe ji koletiyê daweşandine û riya rizgariyê dîtine’  


Aselheid gotiye: “Ez bawerim ku ez jiyana xwe darêjim li ser kaxedê dê bisud bibe. Bi hezaran mirov neçar mane weke min jiyan bikin. Gelek kêm mirovên ciwan yên ku hatine perçiqandin û bûne kole xwe ji koletiyê daweşandine û riya serkeftinê dîtine.” Adelheid xwendiye, jiyan kiriye û ketiye nava jiyana rêxistinê dozek girêdayî xwe dîtiye. Ji bo avakirina cîhanek nû  hevalên xwe yên çîna karker bi rêxistin kiriye. Di haman demê de bûye mînakek herî bi bandor ya çaxa xwe.