‘Bijî têkoşîna zayendî ya bi rêxistinkiri’

17:19

 


JINHA


AMED – Xwendekarên jin ên zanîngeha Dîcleyê bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê li kampûsa zanîngehê çalakiyek li dar xistin.  Xwendekarên jin ji bo çalakvanên greva birçibûnê ‘Lênûska greva birçibûnê’ vekirin.


Xwendekarên Jin ên Zanîngeha Dîcleye bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de ji bo çalakvanên greva birçibûnê ‘Lênûska greva birçibûnê’ hat vekirin. Xwendekarên jin bertek nîşanî polîsên ku van bi nêz ve dişopandin da.


‘Lênûska greva birçibûnê de bişînin li girtîgehê’


Xwendekarên jin ên zanîngeha Dîcleyê şîdeta li hemberî jinê bi çalakiyek şermezar kirin. Di çalakiye de xwendekar bal kişand ser rojevên li Tirkiyeyê. Xwendekarên zanîngehê ji bo grevên birçibûne lênûskek amadekirin û dê lênûskê jinên girtî re bişînin. Xwendekar hest û ramanên xwe di lênûskê de nivîsandin.  


Di daxuyaniyê de xwendekaran bal kişand ser grevên birçibûnê û her wiha qala şîdeta li hemberî jinê jî hat kirin. Jinan, da zanîn ku di dozên tecawizê de her tim mêr maftar tê derxistin, ev tu carî vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Xwendekaran dowizên ku li ser dozên tecawizê hatî nivîsandin li daran daliqandin. Piştî daxuyaniyê jinan stran got û govend gerandin. Her wiha gelek xwendekarên mêr jî tevli bernameyê bû.


(gk/la)