Jina nemir ya ku dilê xwe bi çiyayan nexişandiye Gurbeteli Ersoz…
10:15
Zehra DOĞAN/JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Jina ku jiyana wê ji tekoşînê dagirtî vegotina wê çiqas zore kîdizane… Gurbeteli jina ku yekem car li Tirkiyê gernendehiya weşanê kiriye. Ma di demên herî zor de bi hezaran Gurbeteli di riya wê de meşîn ne hêzeke. Bi girêdana xwe ya tekoşînê û sekna xwe ya milîtanî li pey xwe mîrasek hiştiye. Niha li her derê jinên di riya wê de dimeşin û nûçegihaniyê dikin wê mîrasa wê berdewam dikin hene.
Jinên ku di dîroka cîhanê de bi çanda tanrîçeyan li hemberî hişmendiya mêrane ya 5 hezar sal şer dikin. Tekoşîna jinan bi Clara, Rosa, Sakîne û Gurbeteliyan berdewam dike. Yek ji jina ku bi qasî dîroka tekoşîna jinan ya kevnare dirêji dibe Gurbetelî Ersoz e… yek ji milîtana ku di dîroka tekoşîna jinan de mînak tê nîşandane. Li hemberî siyaseta mêran ya qirêj bi Serkan xwe ya biheybet ji bo jinan rêyek ji ronahiyê hêlaye. Yek ji jinan k udi tekoşîna jinan de îmza avêtiye binê gelek serkeftinên yekem. Gurbetelî li Tirkiyê di Rojnameya Gundemê de gernendehî kiriye. Di heman demê de yekem jina ku li Tirkiyê gernenehî kiriye. Di pêvajoyên herî zor de li hember siyaseta qirêj û tehdîtkar bi sekna xwe ya milîtanî şer kiriye. Gurbetelî di rêya nûçegihaniya rastiyê de xwe gihandiye zîrveyê. Gurbetelî bi nasnameya akademisyeniyê tevlî şoreşê bûye. Ew tekoşîna xwe di girtîgehê de berdewam kir. Paşê jî gihand hemû ropelên rojnameyê.
Ji bo medya ya alternatîf bi rengê jinê rengeke nû dayê…
Gurbetelî di sala 1965’an de li navçeya Palu ya Xerpêtê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di Fakulteya Kîmya yê ya Zanîngeha Çukurovayê bi beşa lêkolînê de kar dikir. Di sala 1989’an de hat girtin û di sala 1993’an de ji girtîgehê derket. Dema ku derketiye di Rojnameya Ozgur Gundemê de gernendeyiya giştî kiriye. Di pêvajoya ku siyaseta takane deshilat bûye wê bi sekna xwe li hemberî wê hişmendiyê şer kiriye. Jina bihêz ya ku bi hişmendiya xwe ya nûçegihaniyê hişmendiya petronên medya ya heyî bi erdêre kiriye yek. Gernendeya gişti ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku di medya ya alternaltîf de rengeke nû daye rojnamegeriyê û bi renagê jinan yê di nûçegihaniyê de kêm maye deye pêş. Li Tirkiya û herêmê bi gelek sernavên nûçeyên xwe bang li jinan kiriye û di vê helwesta xwe de jî bi ser ketiye.
Îmza avêtiye binê belgekirina nûçeyên bêmafiyê
Gurbetelî dibêje:“Di nava agir de bi rastiyan re ru bi ru bûyîn. Ji bo tekoşîn kirinê divê bibin weke agir.” Di salên 1990’an de di demê polîtîkaya erî zor û zehmet de li hemberî wê polîktîkaya qirêj weke şewata agir bi hêz û serkneke berxwedanê bêmafiyên heyî kiriye belge û îmza avêtiye binê nûçeghaniya rast.” Balkêşe” ku di van demên ewqas zor de li hember bêmafiya heyî di şertên zor de nûçegihanî kiriye lê di Roja Mafê Mirocan ya Cîhanê de rastî zoryê hatiye. Di vê rojê de bi hezaran polîs dorî avahiya rojnameya wan girti û hemû xebatkarên rojnamê giritin bi naçavan. Gurbetelî jî din ava yên ku girtin bin çavan debû. Di 13 rojên di bin çavan de qet ji helwesta xwe ya nûçegihaniya rast gav paşde ne avêt û dest bi gireva birçîbûnê kir. Gelek hevalên wê alîkarî dan gireva wê û di hucreyê de bi serket.
Dilê xwe bi çiyan nexş kiriye
Cara duyem jî polîtîkaya hişmendiya mêrane bi hinceta “endama rêxistinê ye” girtin binçavan û li Girtîgeha Bayrampaşa habis kirin. Cara duyem dema ku ji girtîgehê derket derstur nedan vê carê jî pîşeyê xwe berdewam bike. Li hemberî vê helwesta wan Gurbetelî li rêyên nû digeriya. Ji ber ew weke jinek berxebanvan ji dayîk bû ye û dê wiha be. Jina ku bi şîrê berxwedanê hatiye mêjandin ji derveyî tekoşînê tu rêya wê nîne. Di salên 1990’an de piştî girtî gihê derfetên rojnamegeriyê ji Gurbetelî re neman. Di sala 1994’an de tevlî nava refên PKK’ê bû. Gurbetelî rekoşîna qiralîçetiyê din ava refên PKK’ê de berdewam kir. Di nava gelek nîqaşan de fikirên nû pêş dixist. Li gorî wê bi xwe jî gotî dilê xwe bi çiyan nexişandiye. Din ava agir de bi rastiyan re ru bi ru bûye. Ew tekoşîna xwe ya ji agir di 3 salan li çiyayên welatê xwe berdewam kiriye. Di sala 1997’an de li Herêma Federala Kurdistanê di encama şerekê de jiyana xwe ji dest daye.

