'Jinên kurd jinên herî azad û serbilindin'

12:12

Gulşen Koçuk / JINHA


AMED – Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Nedret Demir girêdayî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê axivî û di serî de hemû jinên berxwedanvan yên cîhanê silav kir. Nedred diyar kir ku di tevgera jinên azad de payek mezin ya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan heye û got: “Ji despêka tekoşîna me hata niha jinên kurd di cîhanê de jinên herî azad û serbilindin.” Ji Dayîkên Aştiyê Cahîde Akan jî da zanîn ku jinên heta niha di malan de xwarin çêdikirin û firax dişiştin niha li meydanan mafên xwe dixwazin.


Di sala 1957’an de li herêma New Yorkê di fabrîqeyek ya dokumanê de ji bo mafên xwe bixwazin jin ketin girevê. Di 8’ê adarê de di encama derketina şewatekê de ji jinên ku ketin  girevê 129 jinan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber derê febrîqayê girtibûn û jinan nedikarîn derkevin bi wî awayî jin di hindirê fabrîqeyê de jin şewitîn. Piştî 157 salan alaya 129 jinan dewira hat girtin û tekoşîna wan hat bilind kirin. Li herêmê ji 7 heta 70 saliyan tevahiya jinan bi awayê rêkupêk 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin û dadikevin qadan. Ji jnên ku di şerê li herêmê de xizmên xwe wenda kirîn însiyatîfa Dayîkên Aştiyê hatiye avakirin. Ji Însiyatîfa Dayîkên Aşitiyê Nedret Demir got: “Berîniha gotina ‘jin’ weke gotine bêwate dihat dîtin. Lê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan wateyek nû da gotina jin û gotina jin bû xwediyê wateyek giring.”


‘Azadiya Serokatiyê azadiya jinane’


Li ser giringî û wateya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji Meclisa Dayîkên Aştiyê Nedret Demîr axivî û di despêkê de jinên ku di dîroka 8’ê Adarê de bedel dane û taybetî jî jinên kurd silav kir. Nedret destnîşan kir ku bingiyê azadiya jinan ji aliyê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan ve hatiye danîn û got: “Heta niha navê jinan hebû lê xwediyê naverokek valabû. Heta despêka derketina tevgera gelê kurd wihabû. Ji despêka tekoşîna me heta niha jinên kurd din ava jinên cîhanê de jinên herî azad û serbilindin.” Nedret derbirî ku niha li serê çiya gelek jin ji bo azadiya hemû gelan li milê mêran şer dikin. Nedret 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li jinên YPJ’ê yên ku li Rojava şer dikin û jinên ku li çiyane pîroz kir. Nedret bang li hemû jinên Amedê kir ku 8’ê Adarê dakevin qadan. Nedret ji bo hemû kesên tevlî kampanye ya îmzayan ya bi boneya “Ji Ocalan re Azadî” bûne sipasiyên xwe kir û got: “Azadiya serokatiyê azadiya jinane. Heger Serokatî azad bibe dê gelê kurd û hemû gelên cîhanê yên tên perçiqandin azadbibin.”


‘Ez berxwedana jinên Rojava pîroz dikim’


Ji Meclisa Dayîkên Aştiyê Leyla Aslan jî despêkê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û 3 jinên siyastevanên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pîroz kir. Leyla qirkirina Parîsê jî şermezar kir. Leyla 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan û dayîkên dilşewitî pîroz kir. Leyla bang li hemû jinan kirin ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan hem azadiya xwe û hem jî azadiya Abdulha Ocalan bixwazin û wiha got: “Heger Serokê me azad bibe dê jin jî azad bibin.” Leyla YPJ, YPG’ê û hemû jinên Roşava silav kir. Leyla berxwedana jinên Rojava pîroz kir. Leyla bal kişand li ser pêvajoya çareseriyê û got. “Em êdî şer û mirinê naxwazin. Em heta mirinê bi doza Serokê xwe zarokên xwe yên girtîgehan, gerîlayên xwe û şehîdên xwe ve girêdayîne.”


‘Jinên ku heta niha di mal de hatibûn girtin niha li meydanan mafê xwe dixwazin’


Berdefka Meclisa Dayîkên Aştiyê Cahide Akan jî cejna jinan li jinên kurd û hemû jinên cîhanê pîroz kir. Di mesaca xwe ya pîrozbahiyê de jî Sakîne Fîdan û Leyla ji bîr nekirin. Her wiha cejina jinên li serê çiya jî pîroz kir û got: “Ez cejna jinên li Rojava têdikoşin û dîrokê dinivîsin jî pîroz dikim. Em li ser şopa wan dimeşin. Em jin bi xêra Birêz Abdulah Ocalan, PKK’ê û tevgera gelê kurd ji malan derketin.” Cahîde diyar kir ku heta wê demê tenê rolê jinan di mal de xwarinê çêkin û firaxan bişon lê niha jin li meydanan mafê xwe dixwazin. Cahîde da zanîn ku Serokê PKK’ê Abdula Ocalan ji bo azadiya jinan kedek mezin daye. Cahîde bal kişand li ser kampanye ya îmzayan ya “Ji Ocalan re Azadî” û got: “Em bi yek giyanê van îmzayan kom bikin. Ez hêvîdarim ku sala 2015’an bibe sala azadiya Serokê me, gelê kurd, Rojava û azadiya her çar alyê Kurdistanê.


‘Divê hemû jin bi rengê xwe li meydanan bin’


Cahîde balkişand li ser şiyarbûna jinan û got: “Em li bendêne hemû jinan bi rengê wan li meydanan bibînin. Herî kêm bi qasî ku min xwe gihandiye jinan ji bo avakirina vê hişmendiyê bi qasî ku ji destê min hatiye mink iriye.”


Serhat Erdogan diyar kir ku gelek jin tên qetilkirin û got: “Beriya niha cezayê muebetê hat dayîna mêrê ku li sermta Baglarê hevsera xwe bi poşiyê girêdayî û xeniqandî. Mêrên ku her roj li kolanan li hevsera xwe dixin hene. Her roj diçin vedixwin li gel wê jî mêtîngeriyê li ser keda jinan dikin.”