DOKH’ê bang li jinên Sêrtê kirin ku tevlî mitînga sibê bibin
12:40
JINHA
SÊRT – Bi boneya tevlîbûna mitînga 6’ê Adarê li Sêrtê dê bê li darxistin di nava bajêr de KOKH’ê belavokên 8’ê Adarê û qurnefîl belav kirin û bang li hemû jinên Sêrtê kirin ku beşdarî mitîngê bibin.
Di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê de li Meydana Newrozê ya li Sêrtê di 6’ê Adarê de mitîng tê li darxistin. Girêdayî mijarê civîna çapemeniyê hat li darxistin. Di civîna çapemenyê ya li ber derê bavahiya rêxistina BDP’ê pêk hat de jin bi kincên xwe yên netewî beşdar bûn. Li sernavê DOKH’ê Beşîre aslan daxwiyanî xwend. Beşîre diyar kir ku amade kariyên wan yên mitîngê amadene û got: “Dê di mitîngê de Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak, Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemir, Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata û Hunermenda NÇM’ê Ayfer Duzdaş jî amade bibin. Ji niha de me cejna 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz dikin. Mitîng 6’ê Adarê saet di 10.00’an de despê dike. Em hemû jinên Sêrtê vedixwînîn mitînga jinan ya dibin pêşengiya DOKH’ê de hatî amade kirin.”
Piştî daxwiyaniyê aktîvîstên DOKH’ê û Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemir bi armanca vexwendina jinan ya mitînga sibê li nava bajêr belavokên 8’ê Adarê û qurnefîl belav li jinan belav kirin. Jinan eleqeyek mezin nîşanî belavoka 8’ê Adarê dan. Mêran jî 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li jinên ku belavok belav dikirin pîroz kirin.
