BDP bi ferqa xwe ya pir namzetên jin hat dîtin
14:18
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Di hilbijarinên herêmi yên 30’ê Adara 2014’an de îstatîstîka namzetên jin diyar bûn. Cîhgirtina jinan ya di BDP’ê de ji partiyên dinê ferqe. Di 224 navend û navçeyan de namzet hatin diyar kirin. Di 167 navend û navçeyan de hevşaredarî hate cîh kirin. 57 cihên mayîn jî yek namzet beşdarbûn. AKP’ê 18 şaredarên jin diyar kirin. CHP’ê 46 namzetên jin diyar kirin. Balkêşe ku tenê MHP’ê li Colemêrgê nekarî manzên xwe yên jin diyar bike.
Di hilbijarinên herêmi yên 30’ê Adara 2014’an de îstatîstîka namzetên jin diyar bûn. Li gorî vê Partiya Aştî û Demkorasiyê bi ferqek mezin derket pêş.
Di BDP’ê de namzetên jin ji yên mêr derbasbûn
Di hilbijartinên 30’ê Adarê de BDP’e bû partiya harî zêde namzetên jin diyar kirî. Bi pergala hevserokatiyê BDP’ê nêzî 200 cih digirin. Di serî de li Bajarê Mezin yê Amedê bi giştî 32 namzetên jin hatine nîşandan. Din ava BDP’ê de hejmara namzetên jin ji ya mêran derbas bûye. Li gorî vê bi giştî BDP’ê li 224 navend û navçeyan namzet diyar kiriye. Ji namzetan li 167 navend û navçeya bi awayê hevşaredarî namzet diyar kirine li 57 cihên mayî jî bi awayê yek namzet nîşan dane.
Din ava AKP’ê de 18 namzetên jin hatine diyar kirin
Li gor biryara Serokwezîr “ji her 3 namzetan dê yek jin be” AKP’ê 18 namzetên jin diyar kirin. Di meclisên şaredariyan de hezar û 800 jinan cih girtin. Dê AKP’e ji bajarên mezin, navçe û bajarokan bi giştî 18 namzetên jin biçin hilbijartinan. Di meclisêm şaredariyan de jî din ava AKP’ê de bi giştî nêzî hezar û 800 jinan cih giritin.
Din ava CHP’ê de 46 namzetên jin
Bi giştî CHP dê bi 143 namzetan biçin hilbijartinan. Di 8 navendan de li navend, navçe û bajarokan bi giştî 46 namzetên jin diyar kirin.
MHP’ê tenê li Colemêrgê namzetên jin nîşan nedaye.
MHP’ê li hemû herêman namzetên xwe diyar kirin. Bi 35 namzetên jin dikeve pêşbaziyê. MHP’ê li navendekê, 25 navçe û 9 bajarokan namzetên jin diyar kirine. MHP’ê tenê li Colemêrgê namzetên jin nîşan nedaye.

