Li Zanîngiha Sêrtê pîrozbahiyên 8’ê Adarê
15:06
JINHA
SÊRT – Di bin pêşengiya BDO-DER’ê de 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hat pîroz kirin. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Sêrtê Belkîza Beştaş Epozdemir jî beşdarî pîrozbahiyê bû. Belkîza roja jinan pîroz kir û got: “Di çarçoveya tekoşîna jinan de dê hilbijartinên herêmi yên 30’ê Adarê bibe referandomek.”
Dibin pêşengiya Komeleya Xwendekarên Demokratîk yên Botanê (BDO-DER) li Zanîngeha Sêrtê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hat pîroz kirin. Pirozbahiyê li ber Fakulteya Muhendizî û Mîmariyê hat li darxistin. Di pîrozbahiyê de li gel Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Sêrtê Belkîza Beştaş Epozdemir gelek jin, Hozan Canê û bi hezaran xwendekar amade bûn. Di pîrozbahiyê de panqartên weke “8’ê Adarê roja jinan pîrozbe” û “8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar pîrozbe” hatin hildan. Xwendekaran dem dem durişmên weke “Jin jiyan azadî”, “Destên ku dirêjî jinan bibin dê bişkên” û “Bi berxwedanê emê biserkevin” dihatin berz kirin. Jin bi kencên xwe yên renga reng tevlî pîrozbahiyêbûn. Xwendekaran li defê dixistin Hozan Canê sitiran digot û xwendekaran li ber dîsan digirtin. Li aliyêdinê jî xwendekaran dorhêl girtina polîsan bi durşmên weke “polîsên qatîl ji zanîngihê derkevin”protesto kirin.
‘Emê vê tekoşînê bilind bikin’
Di despêka pîrozbahiyê de li ser giyana kesên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeye rêz hat girtin û sîroda “Çerxa Şoreşê” hat gotin. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Sêrtê Belkîza Beştaş Epozdemir jî beşdarî pîrozbahiyê bû. Belkîza roja jinan pîroz kir û got: “Jin hêsan nehatine vê rojê. Emê vê tekoşînê bilind bikin. Di çarçoveya tekoşîna jinan de dê hilbijartinên herêmi yên 30’ê Adarê bibe referandomek.”
Di pîrozbahiyê de Sakîne, Fîdan û Leyla hatin bibîranîn
Li ser navê xwendekarên zanîngihê Kevser Toncer jî li ser navê xwendekaran xwivî û got: “Dîroka jinan ji jinên nemir yên ku xwediyê kedên mezin dagirtiye. Clara Zetkin, di kesayeta 3 jinên siyasetmendarên kurd yên ku li Parîsê di encama qompiloyek navnetewî de hatin qetil kirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de me armanc kiriye ku em sed sala 21’an bikin sed sala jinan.”
Piştî axaftinan bi duruşme, çepik û lîlandinan pîrozbahî bi dawî bû.

